Sibe 1’ê Gulanê ye, dem Partî derbarê bikaranîna keda zarokan de daxuyanî da.
Li ser navê Dem Partî hevberdevkên komîsyona Zarokan a Dem partiyê Bêrîtan Guneş û Îhsan Seylan daxuyanî dan.
Îhsan Seylan got.
Zarok li fabrîqe, zevî, atolye, navendên perwerdeya pîşeyî de tên îstismar kirin û ji bo sermayedar dewlemend bibin têne xebitandin.
Di navbera salên 2002 û 2023’an de bi kêmanî 888 zarok dema dixebitîn hatin qetilkirin.
Li gorî madeya 71’an a Qanûna Kar a Hejmar 4857’an xebitandina zarokên jêrî 15 salî sûc e.
Zarok wek karkerên erzan tên dîtin û zêdetirî 160 milyon zarokên di bin şert û mercên mêtingeriya kapîtalîzma hov de tevî mirinan, tên xebitandin.
Ji bo çareseriyê jî Îhsan Seylan wiha got:
Divê zarok ji çerxa kapîtalîzmê werin parastin. Ev jî bi avakirina komîsyonekê çareser nabe, divê Wezareta Zarokan were avakirin. Ji bo pirsgirêkên zarokan budçeyek were veqetandin û di şaredariyan de polîtîkayên azadîxwaz ên zarokan bikevin meriyetê. Avakirina aboriyekî demokratîk û komînal wê bibe bersiva li diji kapîtalîzmê.