Waliyê Musilê Nofel Himadî serdana Şengalê kir û soz da ku dê Deriyê Sînor ê di navbera Şengal û Bakurê Suriye/Rojava de bi awayekî fermî vekin.

Waliyê Musilê Nofel Himadî duh serdana navçeya Şengalê kir. Himadî destpêkê çû navenda Şengalê û ji wir jî derbasî bajaroka Sinunê bu. Nofel Himadî û şandeya pê re li ser Çiyayê Şengalê di nava kampa Serdeştê ku bi hezaran Êzidiyên ji ber zulma DAIŞ’ê xwe spartibû vir dijîn re derbas bû.

Himadî dema di nava kampê re derbas bû, xwest ku li ser piyan bi welatiyan re bi axive, lê şêniyên kampê gotin “ger ku wê guhdarkirinek çêbibe, bila awayekî fermî çêbibe. Wisa li ser piyan nabe, bila werin rûnin û wisa bi axivin.”

Piştî van axaftinan Himadî derbasî bajaroka Sinunê bû û bi rayedarên bajarokê re civîn pêk anî. Di civîna ku hin kesayetên girîng ên bajarokê jî tevlî bûn de, li ser rewşa herêmê û pirsgirêkên gel hat rawestîn.

Yek ji daxwazên welatiyan jî ew bû ku deriyê sînor ê di navbera Şengal û Bakûrê Suriyeyê de bê vekirin. Di dawiya civînê de Walî Himadî soz da ku dê deriyê sînor bi awayekî fermî vekin.

Derî ji bo alîkariya mirovî hatibû vekirin

Deriyê sînor ê di navbera Şengal û Bakûrê Suriyeyê de di dema êrîşên DAIŞ’ê de wekî korîdora mirovî hatibû vekirin. Piştî rizgarkirina herêmê jî, deriyê sînor ji bo alîkariya mirovî vekirî mabû. Ji ber ku hemû rêyên ji Duhok, Hewler diçin Şengalê hatine girtin, welatiyan tenê di deriyê sînor ê Şengal-Rojava re pêdiviyên xwe bicîh di anîn. Lê ew jî demek beriya niha ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû girtin û niha tenê ji bo rewşên lezgîn ên nexweşiyê û hwd. tê bikaranîn.