Girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi greva birçîbûnê tevlî pêngava Ji Rêber Ap re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî bûn.

Çalakiya girtiyan 27’ê mijdara 2023’an destpêkir, girtî li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyê di greva birçîbûnê de ne.

Denîz Kaya li ser navê girtiyan 12’ê Sibatê daxuyaniyeke da û got:

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku em ê di 15’ê Sibatê de çalekiya xwe derbasî qonaxeke din bikin.

Lê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da, piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin. Em çalakiya xwe ya greva birçîbûna dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.

Hate zanîn dewleta Tirk 3 girtiyên di greva birçîbûnê de surgunê girtîgehê din kirin.

Li gor agahiyên, TÛAY-DER a Çûkûrovayê, Ridvan Îrme û Halîl Mûratoglûyê ji girtîgeha Denîzlî tîpa L a sirgûnî Girtîgeha Kavak a Semsunê tîpa S,

Mehmet Erbey ji girtîgeha Tekîrdag Tîpa F surgunê girtîgeha Bûca ya Îzmîrê hatin kirin.

Her wiha li girtîgeha Espiya ya Girêsûnê Tîpa L înfaza Mehmet Dargayê 32 sal in girtiye hat şewitandin û ew xistine hucreya yekkesî.

Agahî hatin ku di dema surgunkirina girtiyan de dewleta Tirk êşkence li wan kiriye.

Dewleta Tirk 22’ê sibatê 4 girtiyên siyasî ji girtîgeha Denîzlî tîpa T sirgunî Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Samsunê kir.

Yek ji girtiyê hat surgunkirin Halîl Muratoglu ye, xwişka wî Ayşegul Muratoglu derbarê êşkencê de agahî da û got:

Birayê min got, dema hatin sirgunkirin, di rê de dest, ling û çavên wan hatine girêdan û di tevahiya rê de êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan hatiye kirin.

Li gorî agahiyên Halîl Mûratoglu da, ji ber tundiya li wan hatiye kirin parasî û zikê wî pir diêşe û bang li rêxistinên hiqûqê û parastvanên mafên mirovan kir ku hesabê ji berpirsyarên vê êşkenceyê bipirsin.