Komîseriya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Rapora Trendên Cîhanê ya 2024’an eşkere kir.

Li gorî raporê, heta Gulana 2024’an, li seranserê cîhanê hejmara kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne, 120 mîlyon kes in û li gorî sala borî rekoreke dîrokî ye.

Li gorî raporê, ev hejmar, bi qasî nifûsa Japonya ye. Nifêsda Japonya jî 12mîn welatê herî mezin yê cîhanê ye.

Di raporê de tê gotin ku, yek ji faktorên sereke yên vê koçberiya mezin, şerê wêranker li Sûdanê ye.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî jî, ji bo Penaberên Fîlîstînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) texmîn dike ku nêzî, 1.7 mîlyon kes, ji ber tundûtî û wêrankeriya li Xezeyê koçber bûne.

Li Suriye jî, hejmara kesên bi darê zorê hatine koçberkirin 13.8 milyon kes in.

Di raporê de tê gotin ku, di sala 2023an de li seranserê cîhanê, tenê 1 milyon mirov vegeriyan e cih û warên xwe.

Raporê, analîzek nû ya li ser krîza avhewa û zêdebûna penaberiyê û bandora li mirovan jî pêşkêş kiriye.