Kolbernewsê ragihand ku, di nava 70 rojên dawî de, li herêmên sînor yên Kurdistanê zarokek jî di nav de, bi giştî 17 kolberan jiyana xwe ji dest dane.

Kolbernewsê daznîn ku, 12 kolber, di encama gulebarana rasterast ya hêzên dewleta Îranê de hatin kuştin.

Kolberek ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, 2 kolber ji ber hîpotermiyê jiyana xwe ji dest dan, 2 kolber jî dema li ser sînor dihatin şopandin ji ber ji zinar ketin jiyana xwe ji dest dan.

Di nav wan de kolberekî zarok yê 15 salî, Hestyar Abdulkerîmî jî hebû.