Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk ên bi teqemeniyên qedexe de daxuyanî da

Daxuyanî wiha ye.

Li herêma Metîna

Gerîlayên YJA Starê 23’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk çalakî kirin.

Radarek, kamerayek a mobese û çeperek ê dagirkeran îmhakirin, derb li kepçê hate xistin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

Gerîlayan 23’ê hezîranê li qada berxwedanê ya girê FM’ê du dronên bombebarkirî yên dijmin ên diçûn ser tuneyên şer îmhakirin.

21’ê hezîranê jî li qada berxwedanê ya girê Cûdî 2 çalakî pêkhat.

Çalakiya yekem ji aliyê YJA Starê ve pêkhat, gerîlayan bi çekên nîv otomatîk, çalakî kirin, liv û tevgera dijmin rawestandin.

Gerîlayan her wiha bi çekên giran li dijî dagirkerên ketin tevgera çalakî kirin.

22’ê Hezîranê li girê Cûdî çalakî pêkhat, gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Gerîlayan 23’ê Hezîranê li heman qadê bi çekên giran çalakî kirin.

22’ê hezîranê li qada berxwedanê ya Girê Amediyê jî bi çekên ferdî çalakî pêkhat, gerîlayan tevgera dijmin rawestandin.

23’ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

23’ê Hezîranê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

21 û 23’ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

23’ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

22 û 23’ê Hezîranê li herêma Xakurkê qadên Kolît, Şehîd Şerîf, Neqeba Berbizinê 5 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 8 caran, li herêma Garê qadên Girê Zengilê û Xêrê 2 caran; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23’ê Hezîranê herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.”