Ji bona 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Wanê meş û li Şirnexê jî panel hate pêkanîn.

Li Şirnexê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) , ji 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li eywana konferansê ya DEM Partî, panela “Jin û ziman” li darxist.

Hunermenda Kurd û endama KASED’ê Selma Ozelasî di panêlê de axivî û got;E m şerê ziman dikin, şerê me şerê çand û hunerê ye, şerê me şerê ziman e. Zimanê henûna mirov e. Em jî dibêjin zimanê me hebûna me ye. Divê em li malên xwe li tax û kolanên xwe bi zimanê dayikê biaxivin.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Li Wanê jî, bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA û telîbûna, Kovara Destarê, TJA, DBP, DEM Partî, ÎHD û Platforma Ked û Demokrasiya Wanê, ji bo Cejna Zimanê Kurdî meş hate pêkanîn.

Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partî kom bû, heta bi ARSÎSA meşiya û miting ahet pêkanîn.

Di mitingê de, Rêvebera ARSÎSA, Evîndar Akbulut axivî û got; Zimanê Kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya Kurdan a neteweyî ye. Azadiya zimanê Kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e. Em ê di riya Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî de têkoşîna ji bo azadiya zianê xwe bikin.

Evindar Akbulut, gotina Rêber Abdullah Ocalan ku got; “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” bi bîrxist û got; Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdîstanê de, li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê berxwedanek dîrokî kir û vê têkoşîna xwe didomîne.

Divê em jî bi ruhê vê berxwedana dîrokî xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê Kurd li her qada jiyanê bi Kurdî biaxivin, binivîsin û bifikrin.