Pêşnûmeya namzetê Partiya Çep Mazlûm Koç a li ser grevên birçîbûnê li kongreyê hate qebûlkirin. Die Linke di danezana encamê de ragihand, daxwazên berxwedêran daxwazên wan e.

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, Partiya Çep a Elman (Die Linke) beriya hilbijartinên şaredariyê û parlamentê yên 26’ê Gulanê, kongreya xwe ya amadekariyê li dar xist. Mazlûm Koç ku ji bo wekîliya Meclîsa Federal ji Partiya Çep bû namzet, li ser grevên birçîbûnê pêşnûmeyek da.

Mazlûm Koç ku di heman demê de endamê rêveberiya eyaletê ya Partiya Çep e, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger agahî da delegeyên kongreyê û endamên partiyê. Koç diyar kir, divê ew xwedî li daxwaza çalakgeran derkevin. Pêşnûmeya Koç a li ser greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ku bavê wî Yuksel Koç jî yek ji çalakgeran e, li kongreyê hate qebûlkirin.

PEYAMA PIŞTGIRIYA BI GIRTIYÊN SIYASÎ RE

Hevserokên Partiya Çep ên Eyaleta Bremenê Felix Pithan û Conny Barth, Berpirsyara Maliyeya Partiya Çep a Bremenê Birgit, Berdevkê Bremen Solid Neutstadtê û endamên rêveberiya Bremenhavenê tevlî kongreyê bûn. Di encamnameya kongreyê de bi van gotinan piştgirî ji berxwedana grevên birçîbûnê re hate dayin:

* Daxwaza bingehîn a grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdê pêk tê, daxwaza me ye. Rewşa tenduristiyê ya çalakgeran li asta krîtîk e. Partiya Çep ji bo bidawîkirina tecrîdê wê bikeve nava hewldanan. Tecrîdkirina girtiyên siyasî bi taybetî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan binpêkirina azadiya maf û mirovan e.

* Partiya Çep a Bremenê tevî vê daxwazê, her wiha wê piştgiriyê bide parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û girtiyên siyasî yên bi rengekî neheq û bêhiqûqî hatine girtin. Em dixwazin hilbijartî û girtiyên siyasî tavilê bên berdan.