Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), têkildarî girtina Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de biryar da ku mafê wî hatiye ‘binpêkirin’. Wezareta Edaletê bi dayina 50 hezar TL’î hate mehkûmkirin. Lê tevî vê yekê nehate berdan.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdana Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş biryar da. Parêzerên Demîrtaş, bi hinceta ku mafê kesayetî û azadiya muwekîlê wan hatiye binpêkirin, serî li AYM’ê dabûn.

AYM’ê jî serlêdanên 24’ê Mijdara 2017’an, 29’ê Gulana 2018’an, 27’ê Mijdara 2018’an û 11’ê Kanûna 2018’an bi rengekî giştî nirxand.

Dadgehê di biryara xwe de cih da biryarên li ser pêvajoya darizandin û girtina Demîrtaş, her wiha biryara yekkirina dosyayê û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

BI 50 HEZAR TL’Î TAZMÎNAT LI WEZARETÊ HATE BIRÎN

AYM’ê biryar da ku di girtina Demîrtaş de xala 19’an a Destûra Bingehîn hatiyue binpêkirin û biryar da ku Wezareta Edaletê 50 hezar TL tazmînatê bide Demîrtaş. Biryar wê ji 19’emîn Dadgeha Ceza ya Giran û Wezareta Edaletê re jî bê şandin.

Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman li ser tevna civakî daxuyaniyek da û xwest dawî li girtîmayina Demîrtaş bê anîn.