Mamostayê Zanîngeha Bremenê hiqûqnas Dr. Rolf Gossner, yek ji kesên ku mohra xwe danî binê nameya ji CPTê re hatiye şandin û ji ANF’ê re axivî.
Dr. Gossner got; Kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’, ku kampanya nameyan da destpêkirin giring bû.
CPT, bersiv da Tora Piştevaniya Elmanya.
Ev bersiv nîşan dide ku CPT, rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din yên li girtîgeha Îmraliyê dişopîne.
Pêwist e bişopîne jî. Ji ber ku rewşa girtiyên li Imraliyê û tevahiya girtîgehên li Tirkiyê bûye parçeyek ji pirsgirêka Kurd.
Ji bo vê jî, bersiva CPT ya ku heta îro dide têrker nîne.
Serdana dawî ya CPTe ya li Îmraliyê, herî dawî Îlona 2022’an çêbûye.
2 sal derbas bûne, di mijara tecrîdê de bûyereke baş jî çênebûye, xerabtir bûye.
Ev jî nîşan dide ku CPTe bi erka xwe ranabe.
Tirkiye ku welatekî Konseya Ewropayê ye, mohra xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê.
Peyman êşkence û kiryarên li derveyî mirovahiyê red dike.
Li Tirkiyê, binpêkirinên ciddî hene û ev binpêkirin sîstematîk têne kirin.
Ev jî endametiya Tirkiyê ya li Konseya Ewropa dike mijara nîqaşê.
Li Tirkiyê, girtiyan bi salan di yek hucreyê de tên girtin. Minaka vê jî Birêz Ocalan e.
Hevdîtin û serdana parêzer û endamên malbatê bi rengekî kêyfî û neqanûnî bi salan têne astengkirin.
Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî nayîne cih.
Dr. Gossner got; Me daxwaz kir CPT bi erka xwe rabe.
Bi taybetî di doza Birêz Ocalan de erka xwe bîne cih.
Mafê CPTe heye ku bêsînor xwe bigihîne girtîgehan û bi rengekî serbest tevbigere.
Xwedî wî mafî ne ku di dema serdanê de dikare bi girtiyan re, bi kesên din yên ku bi xwe destnîşan kirine bi rengekî veşartî biaxivin û ji bo demeke kurt serdanên “ad hoc” (armanca taybet) pêk bîne.
Mixabin rayedarên CPT, têkildarî serdanên li girtîgehan û rexneyên tespît kirine raporên veşartî amade dike, van jî ji welatên endam re dişîne û dema pêwîstî pê dît pêşniyara başkirinê dike.
Li hemberî ku erka wê heye derfetên baş bidê kirin, mixabin ev erka xwe ne aniye cih.
Cihê pirsê eve; Gelo CPT û Konseya Ewropa li dijî binpêkirina mafên mirovan û êşkenceya li Îmraliyê û girtîgehên din yên Tirkiyê ji bo girtina tedbîrên pêwîst, zexta têrker li Tirkiyê kirine, yan na?
Êdî dem hatiye ku Tirkiye ji ber binpêkirinên hiqûqî bi encamên rasteqîn re rû bi rû bimîne.
Divê prosedura pêkanîna tedbîrên cezakirinê û pêkanînan ya li hemberî Tirkiyê bikin pratîkê.
Weke ku di kiryarên li Ukrayna, li dijî Rusya prosedur dane dets pê kirin, li dijî Tikriyê jî heman prosedurê bidin dest pê kirin.
Dikarin endametiya Tirkiyê ya Konseya Ewropa bidin rawestandin.