Şehadeta weteya jiyanê diyar dike, her dilopeke xwîna şehîdan darên welat av dan û her giyanê şehîdekî bendên desthilatdaran şikandin. Her sêwiyek bi rûndikên xwe bendana bavê xwe yê bi xwîn şûşt, her dayike ku bendewariya hevdîtinê ye bingehê serkeftinê datîne û mizgîniya azadiyê dide.

Çîroka du biran e ku dê di ser zeman de were qalkirin. Çîroka du birayên şehîd Ehmed Ahîn e ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve li dijî komên tunraw şer kirin da ku bûne stêrk li ezmanê welat û ji nifşên pêşerojê re bûne pêşeng.

Têkoşer Azad ku bi nasnav Piling Amûdê sala 1981 ‘an û birayê wî Ahîn Azad Mihemed ango Agirî Amûdê sala 1983‘an li nava malbateke şoreşger û welatparêz de li bajarê Amûdê hatin dinê.

Ehmed birayê herî mezin û Ahîn yê sêyemîn di nava 5 bira û 3 xuşkan de ne.

Malbata têkoşerên ku em behsa wan dikin, dîrokeke ji têkoşînê tijî û dagirtî ye. Malbat piştî ku  tevegera rizgariya Kurdistanê di salên 80‘î de dinase jê 6 ferd cihê xwe di nava refên tevgerê de digire û di salên 80 û 90‘î de li çiyayê Kurdistanê li hemberî faşîzmeya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn.

Bavê têkoşeran bi eslê xwe ji Amûdê ye, ji ber rewşa madî ya xirab ji Amûdê berî xwe dide bajarê Qamişlo, dema ku zarokên wî biçûk bûn jiyana xwe ji dest dide.

Ehmed, piştî wefata bavê, di refa 9‘an de dibistanê ber dide û li bazara bajêr zebzeyan difiroşe da ku piştî bavê xwe malbatê xwedî bike. Lê ji ber ku berhemê ku Ehmed ji kar digirt têra malbatê nedikir Ahîn jî dest ji dibistanê berde û li gel birayê xwe dest bi kar dike.

Ji ber  xizaniyê malbata Ehmed sala 2005‘an de diçe paytexa Lubnan Beyrûtê. Li wir hemû ferdên malbatê dixebitin. Piştî Şoreşa Rojava dest pêk kir malbat ji Lubnanê vedigere Rojava. Ehmed û Ahîn zemîna avakirina YPG‘ê danîn, destpêkê cihê xwe di nava YXK‘ê de girtin. Bi damezirandina YPG‘ê re Ahîn û Ehmed tev lê bûn.

Ehmed û Ehînd beşdarî pêngavên rizgarkirina Serêkaniyê, Til Elo, Şedadê, Hol, Til Temir, Til Hemîs, Minbic  ji komên çete bûn, herî dawî di 3‘yê Tebaxa 2017‘an di Pêngava Rizgarkirina  Reqayê de şehîd bûn.

Hejar Azad birayê biçûk li ser taybetmendiyên birayên xwe yên şehîd Azad û Ahîn wiha dibêje: “Min hîs nekir ku bavê min wefat kir, ji ber ku Ehmed û Ahîn ji bo min mîna bav û bira bûn. Ne wekî ciwanên keyfiyetçî bûn ku li xweşiya jiyanê digeriyan. Taybetmendiyên wan ên hevbeş hebûn her du mîna cêwiyan bûn. Dema rêxistina gel destpê kir û hêza bi navê YXK‘ê ava kir çeka neçîrê kirîn da ku ketin û derketina bajêr û xeta sînor biparêzin.”

Dayika herdu şehîdan Eyşa Hisên bi rûkenî û rûndikên baryayî kêliyên Ehmed û Ahîn bi bîr tinin û dibêje: “Tevgera wan dayîn hebû, di dibistanê de pir jîr bûn û bi hev re gelekî girêdayî bûn. Ehmed ji birayên xwe re wekî bav bû, ji xuşkên xwe re jî pir hezdikirin. Bi hev re kar dikirin û bi hev re tevlê bûn. Gelek caran min hewl da wan ji hev dûr bixînim. Min ji wan re digot nabe hun herdu bira li eniyekê şer bikin, ji ber  ku herdu jî zewicî bûn û xwedî zarok bûn, lê tişta hevbeş di navbera wan de girêdan û hezkirina welat e.”

Hevjîna şehîd Ahîn Heyfa Abdulrehamn jî dibêje: “Ahîn hevalekî gelek dihat hezkirin. Dema dihat serdana malbatê gelekî bi min re dibû alîkar. Min pirsa rewşa wan li eniyan dikir, li min dinêrî û digot eniya çi, em li ser bendan disekinin, wisa digot ji min li ser wan netirsim.”

Heyfa bîraneke şehîd Ehîn di dema Pêngava Rizgarkirina Minbicê bi bîr tîne û wiha parve dike: “Ez ducanî bûm, Ahîn beriya ku biçe hemleyê ji min re digot; Heyfa jiyan ji me re namîne, em mêvan li vê dine ne em nizanin em kengî jê biçin. Min rîca kir ku van gotinan nebêje, lê tişta di dilê xwe de got beriya biçe. Got heger ez ji hemleyê vegeriyam em ê navê kurê xwe bikin Alan, heger ez venegeriyan bila navê min rake, ji bo navê min her tim bi te re be û li ser zimanê te be.”

Şînda Eledîn Hisên hevjîna Şehîd Ehmed tîna ziman ku Ehmed pir kêf dikir dema ku diçû cebheyên şer û dibêje: “Min dixwest pirsa vê kêfê jê bikim lê min nedikir min nedixwest kêfa wî li wî bi herimînim.”

Bi Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê, herdu bira ji fermandariyê xwestin tev li hemleyê bibin, lê fermandariyê qebûl nekir ku herdu bira bi hev re tev li pêngavê bibin.

Ehmed ji Ahîn xwest vegere nuqteya xwe û ew biçe Reqayê, lê Ahîn qebû nekir û bi îsrara xwe bêyî agahiyên fermandariyê cihê xwe di pêngavê de digirin û xwesteka xwe bi cih anîn.

Dayika şehîdan dibêje rojekê herduyan bi hev re li gel wê axivîn û gotin: “Dayê; li me biborîne. Em serbilind in ku dayika me ye, em îro li cebheyên şer in, em ji bo mirovahiyê şer dikin, ji bîr neke ku em pir ji te hez dikin, heger em şehîd bikevin tu ji xuşk û birayên me her tişt be û ji bo zarokên me dayik be. Min ji wan re got hûn çi axaftinan dikin, hûn biçûk bûn û sere min bi we bilind e.”

Roja din ango di 3‘ê Tebaxa 2017‘an çeteyên DAIŞ‘ê êrîşeke dijwar anîn ser nuqteyên QSD‘ê di encamp de herdu bira Ahîn û Ehmed tev li kerwanên şehîda bûn.

Cenazeyê herdu şehîdên bira bi merasîmeke girsayî ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin veşartin û soza şopandina xeta wan hate dayîn.

ANHA