Meşa Demokrasiyê, li dijî desteserkirina vîna li Colemêrgê hate destpêkirin û wê 3 rojan dewam bike.
Meşa ku rêveber û nunerên DTK, HDK, DBP, TJA, DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê û Rêxistinên Sivîl têde cih digirin, doh, sibehê ji Şemzînanê destpêkir.
Meşvan pêşî çûne gundê Şapatanê û ji aliyê gundiyan ve bi dirûşmeyan hatin pêşwazî kirin.
Li gund, parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî û got;
Me îro li dijî desteserkirina vînê dest bi meşa demokrasiyê kir.
Gelê me jî xwedî li vîna xwe derdikeve û destekek mezin dide.
Em ê di 13’ê Hezîranê de, mitingeke mezin li Colemrgê bikin û hemû gelên xwe vedixwînin mîtîngê.
Piştre, meşvan çûne gundê Bîrahorê û ji wir jî, çûne gundê Sipîndarokê.
Meşvanan li her du gundan bi gel re sohbet kirin û çûne Çemê Mîra û navçeya Şemzînanê.
Piştre, bi konvoyek qelebalix derbasî gundê Serdeşt ya Geverê û derbarê mîtîngê de agahî dane gel.
Meşvan li gundê Pagê jî, bûn mêvanên dawetekê.
Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin di dawetê de axivî û got;
Divê em zilma desthilatdariya faşîst qebûl nekin. Ev meş, meşa azadiyê û xwedî derketina li vîna gel e.
Piştre meşvan, derbasî gundê Darê bûn û li vir civîna bi gel re kirin.
Di civîna gel de parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç axivî û got:
Detshilatdarî dixwaze bi riya xespkinan qeyum, gelê Kurd bi temamî ji siyasetê dûr bike.
Ev têkoşîna parastina vîn, azadî û demokrasiyê ye.
Ji ber vê jî, ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de li dijî desteserkirina vîna me pêk bînin, dikim.
Roja yekem ya “Meşa Demokrasiyê” bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.
“Meşa Demokrasiyê” wê îro jî dewam bike.