Li ser bang û vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistan -KNKê, nûnerên bi dehan partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî, kesayetên serbixwe, ji bo helwestgirtin li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo xwedîderketina li berxwedana hêzên parastina gelê Kurdistanê, di 8’ê Tîrmeha 2024’an de, konferansek berfireh li ser tora “Zoom”ê pêk anîn.
Piştî nîqaş û nirxandinên berfireh encamnameyek ji 12 xalan hate hate belakirin.
Di encamnaê de tê gotin ku, dewleta Tirkiyê dagirkeriya li ser Herêma Başûrê Kurdistanê kiriye merhaleyek nû.
Mixabin rêveberiya PDKê jî bûye paraeyk ji dagirkeriya dewleta Tirk û kontrola cihên ku artêşa Tirk lê ye, bi temamî radestî artêşa Tirk kiriye.
Di encamnamê de tê gotin ku detshilatdairya Iraqê jî bûye hevkarê dewleta Tirk.
Divê Iraq baş bizane ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mejiyê neo Osmanî yê dagirker tevdigere. Dixwaze sînorên xwe di çaçroveya Mîsakî Mîlî de fereh bike. Ev jî tê wateya dagirkina beşekî meizn ji xaka Iraqê
Di encamnamê de tê gotin ku, divê hemî hêzên Kurdistanî, li dijê dagirkeriyê xwedî helwest bin û di asta herî bilind de, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin.