Endamê KNK’ê Refîk Gefûr diyar kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê li şûna ku li dijî dagirkeriyê derbikeve, berovajî wê yekê dagirkeriyê hêsantir dike û got: ”Li Başûr destkeftiyên ku zarokên gelê Kurd bi berdêlên mezin bi dest xistine, tên tunekirin.”

Dewleta Tirk bi taybetî jî di şerê Zap û Avaşînê de ji destê gerîlayan derbên giran xwarine û her wiha tim bi Iraqê re di nava têkiliyê de ye û seredanên xwe yên ji Iraqê zêde kirine.

Erdogan xwe ji bo êrîşên nû amade dike. Ji ber vê yekê ev yek bûye rojeva civaka me ya sereke. Çimkî ev êrîş ne tenê gefeke li dijî Kurdistanê ye. Li Başûr destkeftiyên ku zarokên gelê Kurd bi bedêlên mezin bi dest xistine, tên tunekirin.