Şervan û şoreşgerên entenrasyonalîst ên ku li Rojava li cem gelê Kurd cih digirin, ji bo gelên Ewropayê peyama piştgiriyê dan ku li dijî vîrûsa koronayê li ber xwe didin. Ji şervanên enternasyonalîst Şevger Zabata yê Meksîkayî nêzî 2 meh lin li Rojava têdikoşe. Şevger Zabata ku perwerdeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk temam kiriye, diyar kir ku ji bo piştgiriya bi gelê Rojava re ew ji Meksîkayê hatiye. Zabata ku ji ber vîrûsa koronayê hewl dide rewşa li Meksîkayê bişopîne, anî ziman ku Serokkomarê Meksîkayê derewan li gel dike û hewl dide xwe biparêze. Zabata bal kiişand ser bêberpirsyariya rayedarên Meksîkî di belavbûna şewbê de û destnîşan kir, ew bi gelê Meksîkayê re ye. Zabata diyar kir, şewba vîrûsa koronayê derewên serdestên li cîhanê eşkere kir û got, “Yên ku zerarê ji vîrûsa koronayê dibînin em in, yanî gel e. Serdest, çîna serdest zerarê nabînin. Derfetên wan hene, li xwe dinerin. Li Meksîkayê jî rewş bi vî rengî ye. Peyamên Serokkomar hemû yên ji bo gel, ji bo parastina berjewendiyên xwe ne. Dema dawî ji Çînê balafir daketin Meksîkayê. Tevî vîrûsê jî Serokkomar hewl dide jiyana xwe ya asayî bidomîne. Lewma vîrûsa koronayê belav dibe. Ez bang li gelê Meksîkayê dikim ku li dijî serdestan û li dijî yên vîrûsê belav dikin li ber xwe bide, têbikoşe.”
Zabata diyar kir, şewba vîrûsa koronayê derewên serdestên li cîhanê eşkere kir û got, “Yên ku zerarê ji vîrûsa koronayê dibînin em in, yanî gel e. Serdest, çîna serdest zerarê nabînin. Derfetên wan hene, li xwe dinerin. Li Meksîkayê jî rewş bi vî rengî ye. Peyamên Serokkomar hemû yên ji bo gel, ji bo parastina berjewendiyên xwe ne. Dema dawî ji Çînê balafir daketin Meksîkayê. Tevî vîrûsê jî Serokkomar hewl dide jiyana xwe ya asayî bidomîne. Lewma vîrûsa koronayê belav dibe. Ez bang li gelê Meksîkayê dikim ku li dijî serdestan û li dijî yên vîrûsê belav dikin li ber xwe bide, têbikoşe.”

AVABÛNA TEVNA TÊKOŞÎNA HEVPAR A LI SPANYAYÊ GAVEKE GIRÎNG E

Şervanê Spanî Rok Brossa jî diyar kir ku li dijî krîza vîrûsa koronayê ew dixwaze ji Rojava peyama piştgiriyê bide û di serî de kedkarên tenduristiyê her kesên li dijî vê krîzê têdikoşin silav kir. Brossa diyar kir, ew windabûn kalîteya demokratîk û qanûnên dewleta Spanyayê yên ji bo kontrolkirina civakê şermezar dike û got, “Dewamkirina têkoşîn û berxwedanê, avakirina tevnên piştevaniya hevpar û medya alternatîf gavên girîng in. Her ku dewlet dixwaze ber bi civaka faşîst ve gavê biavêje, bi saya berxwedanê xwe vedikişîne.”

Brossa ragihand, dewlet dixwaze qanûnên xwe yên kontrolê zêdetir bike û anî ziman, partiyên ku li ber van qanûnan radibin niha di nava vê hikumetê de cih digirin û ji bo guhertina qanûnan gavekê jî neavêjin. Brossa got, “Lê belê xeyalên me li sindoqên wan bi cih nabin, tenê gel dikare gel rizgar bike.

Li Rojava di mijara birêxistinakirina xwe û civakê de me dersên girîng derxist. Xweparastin û rêxistiniya me ya niha dema bê wê li dijî faşîzm û dînamîkên kapîtalîzmê, karibe me biparêze. Doktrîna şoqê ya hêzên serdest, dînamîkên ku kapasîteya rêxistinbûna civakê înkar dike, derdixîne holê. Li dijî vê rewşê divê em xwe bi rêxistinb ikin, li ber xwe bidin, xwe biparêzin, civakekê biafirînin û têbikoşin.”