Li Rihayê, parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Zeynep Oduncu jî di nav de girseyek qerebalix, li pêşiya Şaredariya Bêrecûkê daxuyaniyek dan.

Polîsan hewl dan ku çalakiyê asteng bikin.

Di çalekiyê de, endamê Meclîsa Şaredariyê yê DEM Partiyê Hakan Arici axivî got;

Em êrîşkaran baş nas dikin. Gel dengê xwe neda Begît, da DEM Partiyê.

Bila baş werê zanîn ku êrîşên çetewarî û polîtîkayên reşkirin wê nekaribin me ji riya me bikin.

Dîrok tu caran xiyanetkaran efû nake.

Parlamenter Saliha Aydenîz jî axivî û got:

Divê Begît îstîfa bike. Kes nikare îradeya gel xesp bike.

Begît û çeteyên ku pişta xwe pê germ dikin, nikarin me bitirsînin.

Em bang li wezîrê dadê dikin ku demildest peywira xwe pêk bîne.”

Çalakî bi dirûşmya “Begîtê diz, îstîfa bike” bi dawî bû.

Li Wanê jî li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê, daxuyaniyek hate dayîn.

Hevserokê DEM Partiya Wanê Veysî Dîlekçî axivî û got; Gel wê hesab ji çete û dizên wekî Bergît bi pirse.

Li Êlihê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn.

Hevseroka DEM Partiya Êlihê, Songul Korkmaz axivî û got: Kes nikare îradeya gel xesp bike.

Hevserokê DBP’a Bajar Resûl Çetîn jî axivî û got;

Mehmet Begît bi îstîfakirinê xiyanet li îradeya xelkê Bêrecûkê kir.

wê berxwedan û têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta xayîn, xespkar û çete bidome.