Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriye xwendina 890 hezar û 860 xwendekaran di metirsinê de ye.

Ji Komîteya Perwredeya QamişloHesine Elî anî ziman ku, dewleta Tirk a dagirker di êrîşên 23-25’ê Kanûnê de yên li ser herêmê, li Kantona Cizîrê 5 dibistan, di 28’ê Kanûna 2023’an da, li kantonên Cizîr, Firat û Efrîn-Şehbayê li 712 dibistan bombarduman kirin.

Hesîna Elî got; Ji 3 salî heta 16-17 salî xwendekar hene.

Ji kreşê heta bi lîseyê zarok diçin dibistanê. Bombardumana dewleta Tirk mbandoreke neyînî li zarokan dike, zarok ditirsin.

Zêdebûna êrîşan malbatan jî dixe nava fikaran de.

Ji ber ku nediyar e bê wê kengî û li kîjan dibistanê bixin. Lewma em neçar dimînin ku navberê bidin dibistanan.

Keça 17 salî Bêrîtan Qadir Elî jî diyar kir ku ew diçe Dibistana Şehîd Şervan ya li Qamişlo û got;

Di vê kêliya ku em li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser dibistanan diaxivin jî, dewleta Tirk êrîşî derdora me dike, dengê teqînan tê.

Êrîşî dibistanan dike, êrîşî çavkaniyên me yên debarê dike.

Îro serê sibehê bi dengê teqîneke mezin hişyar bûm.

Em jiyaneke aram dixwazin.

Keîa 12 salî Azirîn Îbrahîm Ramadan jî got, ez li Dibistana Şehîd Şervan ya Qamişlo dixênim.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk em neçar dimînin navberê bidin dibistanê.

Em û mamosteyên me gelek zehmetiyan dikişnin.

Em nikarin perwerdeyeke têrker bibînin. Dewleta Tirk êrîşî dibistanan dike, li malan dixwe, em gelekî ditirsin.”

Hejayî bi bîr xistinê ye ku Kantona Reqayê: Hejmara mamosteyan 5 hezar û 764,

hejmara xwendekaran 125 hezar û 73, hejmara dibistanên têne bikaranîn 403,

hejmara dibistanên nikarin bêne bikaranîn 47, hejmara dibistanên nîv bi nîv dikarin bêne bikaranîn 50, hejmara dibistanên jinûve bêne avakirin 152 ne.