Bi pêşengtiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo gelê Qamişlo daketin qadan û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û biryara Amerîkayê ya der heqê 3 pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de meşiyan.

Meş ji Çerxerêya Sewamai ya taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve dest pê kir. Di meşê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrad Karaylan û Dûran Kalkan hatibûn hildan û dirûşmeyên “Bimre Erdogan qatilê zarokan”, şermezarkirina êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê û biryara DYA‘yê û silavkirina QSD‘ê  hatin qîrkirin.

Meş li ber Goristana Şehîd Delîl Sarûxan rawestiya. Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê bajarê Qamişlo Masûm Hesen bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku gelên herêmên çeteyên DAIŞ‘ê têk dibin. Tirkiyê bi êrîşên xwe dixwaze tola çeteyên xwe ji rake.

Masûm Hesen di berdewama axaftina xwe de got: “Gelo tu kesî ji xwe pirs kiriye ku sedema aloziya mirovahiyê û wêrankirin û kuştina mirovan çi ye. Gelo kê hiştiya mirovahî bê îrade bimîne. Bersiv ew e ku her kes dixwaze berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê herêmê pêk bîne û ew kesên ku gel diparêzin tune bikin. Delîlê vê yekê biryara dawî ya dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li dijî sê pêşengên ku jiyana xwe xistine parastina doza gelê xwe.”

Di dawiya çalakiyê de tekezî li girîngiya hevgirtinê li hemberî pilanên hêzên komploger hata kirin.