Di serî de Almanya, hîn ji welatên Ewropayê da zanîn ku ew ê peywendiyên xwe bi Tirkiyeyê re baş bikin û alîkariya aboriyê bidin Tirkiyeyê. Hem jî dê di demeke ku desthilatdariya Tayyîp Erdogan û AKP´ê li dijî hêzên demokrasiyê êrîşên xwe yên herî dijwar dimeşîne de bikin. Tevahiya dinyayê jî dibîne ku dewleta tirk siyaseteke qirkirina çandî bi rê ve dibe ku bi zexta fizîkî û komkujiyan tê zexmkirin. Yên ku ji wan kesan re ku li dijî gelekî siyaseteke bi vî rengî dimeşînin, dibêjin qirker, ji wan kesan re ku li dijî hêzên demokrasiyê zextên bi vî rengî dikin, dibêjin faşîst; dema ku êdî dor digihîje helwêsteke beramberî Tirkiyeya ku van zextan dike, hema wisa ji bo ku gotibin, rexneyên ne ji dil ên dikin.

Yekitiya Ewropayê (YE) dibêje, ew girîngiyê didin nirxên demokratîk. Îdia dikin ku YE saziya nirxên demokratîk e. Di peymana xwe de behsa nirx û pîvanên demokratîk dikin. Ji wan welatên ku nebûne endamê Yekitiya Ewropayê lê endamên Konseya Ewropayê (KE) ne jî pîvanên demokratîk hatine diyarkirin ku ji bo wan girêker in. Tirkiye endama KE´yê ye, lê belê jixwe li nirxên konsey weke yê xwe qebûl nake û bi ser de jî bi awayekî herî xirab jî wan binpê dike. Hem Tirkiye bi awayekî cidî nayê hişyarkirin, hem jî dibin xwedî helwestekê ku zexta wê ya li dijî hêzên demokrasiyê teşwîq bike. Destekê didin desthilatdariyeke bi vî rengî û li pişta wê ne.

Bêguman, seranserê dinyayê divê siyasetekê bike ku li gelên Tirkiyeyê miqate be, wan li ber çavan bigire. Lê belê ne Tayyîp Erdogan û ne jî desthilatdariya AKP´ê Tirkiye ne. Yên ku ev rejîma dîktatoriyê afirandiye referandûma 16´ê nîsan û hilbijartinên 24´ê hezîranê ne û ev her du jî di şert û mercên ne rewa de bi rê ve çûn. Li ser sindoqan tevahiya hêzên muxalîf hatin bêdengkirin, her şêwaz zext hat kirin; tişta qewimî ew e ku bi hilbijartineke ne rewa ya bi hîleyan desthilatdarî hat xesp kirin. Li şûna helwestnîşandana li hemberî desthilatdariyeke bi vî rengî, destekdayîna wê, nîşan daye ku di warê nirxên demokratîk de Almanya ne bi pîvan û lihevkirî ye. Dema ku berjewendiyên aborî dibin mesele, nirxên demokratîk û mafê mirovan berteref dikin. Tê zanîn ku Almanya û împaratoriya osmaniyan bi awayê ku tê zanîn, di dîrokê de li ser hevpariya çarenûsa herî trajedîk li hev kiriye. Di encama vê têkiliyê de di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de osmanî ji hev de ketin. Almanyayê ne ku bi tenê tifaqeke şer bi osmaniya re kir, ew her wiha bû destekkarê ji derve yê Qirrkirina Ermeniyan jî. Kî çi dibêje bila bibêje, Almanya di vê qirkirinê de hevparê sûc û gunehan e. Helbet, dema ku em dibêjin Almanya, em behsa hêzên deshilatdar ên hingê, burjuwaziya yekdestparêz û desthilatdariya hingê dikin. Nexwe, dema ku mirov tenê li berjewendiyên aborî û siyasî bifikire, rê li ber aşkerabûna hevpariya sûcên bi vî rengî jî derdixe. Jixwe, ji ber vê yekê, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, mafê mirovan, nirxên demokratîk û exlaqê siyasî weke pîvan hatin bicihkirin. Yan na, hingê, mirov dê ders negirtibe ji şerên ku dibin sedema felaket, wêranî û êşên mezin ên weke Şerê Cîhanê yê Yekem û yê Duyem.

Nexwe, gelo Almanyaya ku niha destekê dide siyasetên qirker û mêtinger ên Tirkiyeyê, ji Şerê Cîhanê yê Yekem û yê Duyem ders negirtiye! Dema ku em li helwest û pratîkê dinihêrin, em dibînin ku ders nehatiye derxistin. Ya ku em fêm dikin ew e ku xwerexnekirinên heta niha bi tenê ji bo wan kes û hikûmetên xwerexnekirî girêker bûne. Desthilatdariya ku Merkel şansolyeya wê ye, bi helwestên xwe dibêje, xwerexnekirinên beriya niha ji bo me negirêker û bendikar in.

Desthilatdariya AKP´ê, bi qasî ku di dîrokê de nehatiye dîtin zextê dike li hêzên demokrasiyê û gelê kurd û bi tenê ev rejîma zextê ya li hundir wê li ser pêyan digire. Wekî din jî bi desteka dewletên mîna Almanyayê xwe li vê zextê û zilmê ker û kor dikin, ev rejîm li ser pêyan xwe digire. Almanya dikare bibêje, em rexneyan jî lê dikin. Lê belê, yek maneya van rexneyan heye, ew jî sergirtina desteka ku dide vê zilmê, van zextan û van pêkanînên faşîst e. Bi kurt û kurmancî, di siyasetên Tirkiyeyê yên Almanyayê de mafên mirovan, tu nirxên exlaqî û wicdanî naparêze û li ber çavan nagire. Yek tişta pûte pê tê dayîn heye, ew jî berjewendiyên sermayeya alman in.

Almanya hem zext û zilma Tirkiyeyê ya li ser hêzên demokrasiyê û gelê kurd teşwîq dike, hem jî bi ser wan kesan de diçe ku mafê xwe yê nerazîbûnê nîşandanê li dijî van siyasetan bi kar tînin. Desthilatdariya AKP´ê her şêwaz êrîşê dike li dijî kesên helwest nîşanî zextan û zilmê didin. Almanya jî li welatê xwe polîsê xwe diajo ser wan kesan ku van zextan protesto dikin. Bi vî rengî ji Tirkiyeyê re dibêje, binihêre, ez ne rêbiwar im ji bo kurdan ku herî zêde ew serê te diêşînin.Yekitiya Ewropayê ji xwe re kiriye armanc ku bi siyaset û helwestên bi vî rengî, bi destekên ku bide Tirkiyeya di qeyrana aboriyê de, Tirkiye di rêgeha wê ya siyasî de bimîne. Bi vî awayî Tayyîp Erdogan wê bê aşkirin û qaşo bê ser wê xeta maqûl! Ne ji xwe ve, bi vî rengî ber bi nirxên demokratîk û mafê mirovan ve li Tirkiyeyê wê pêşketin karibin pêk werin. Hem jî di serdemekê de ku zext, zilm û dijberiya demokrasiyê bi awayê herî dijwar tên kirin û tetbîqkirin. Ka li ku devera dinyayê hatiye dîtin ku bi alîkariya wan desthilatdaran demokrasî bi pêş ketibe ku dijminatiya demokrasiyê dikin û bêperwa êrîşî hêzên demokrasiyê dikin? Em bela xwe ji paşê vekin, gelo ev zilm û îşkenceya îro tê kirin ji bo hikûmeta Almanyayê ne xwedî wateyek e?

Halê hazir, ji vê siyaseta ku desthilatdariya AKP´ê li dijî kurdan pêk tîne, li her deverê ´qirkirin´ tê gotin. Bi awayekî aşkera xuya dibe ku zextê dikin li nasname, ziman, çand, îradeya vî gelî û dixwazin wî tune bikin. Gelo dema ku rastî evqasî aşkera li holê bin, kurd ji Merkelê napirsin; gelo tu jî dibî şirîkê qirkirina Kurdan? Yan jî gelo haya te jê heye ku şirîkê qirkirineke bi vî rengî yî? Yan jî gelo, piştî ku qira kurdan hat anîn, dê hinek rabin, doza lênegirtinê bikin û xwe rexne bikin! Piştî ku qira kurdan pêk hat, wateya tu doza lênegirtin û lêbihurînê wê nebe. Berevajî vê, ma doza lênegirtinê û xwerexnekirineke bi vî rengî, wê nebe henekê xwe kirina bi kurdan, dîrokê û mirovahiyê?