Gerîlayê YRK’ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Berxwedan Kamyaran li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd banga serhildanê li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir.

Gerîlayê YRK’ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Berxwedan Kamyaran têkildarî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd ji ANF’ê re axivî û banga serhildanê li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir.

Kamyaran got; “Şerê ku di nava xaka Kurdistanê de dest pê kiriye, şerekî pir giran e. Dinêrî li çar perçeyên Kurdistanê de şer e, ev şer ne di berjevendiya me de ye,  mêze dikî ku dijmin dest avêtiye axa me û dagir kiriye. Kûderê Kurdistanê dibe ferqê xwe nîn e, her roj komkujî ser gelê Kurd radibe û tên kuştin. Îro jî em  gerîlayên Rêber Apo, em nikarin vê dagirkeriyê qebûl bikin. Dijminên me ne yek dewlet in belkî hemû cîhan bi me re şer dikin û dixwazin hertim Kurd bindest bin û ser nekeve. Gelê Kurd çi kiriye ku ev dewletan destdirêjî axa wê dikin? Em jî vê destdirêjiyê qebûl nekin û li hember wê, radiwestin. Pêwîst e, di vir de vêya bêjim ku rêberê me, bi salan e di zîndanê de ye û li ber xwe dide û teslîm nabe û pêwîstiya gelê me baş dizane.”

Gerîla Berxwedan Kamyaran bi domdarî got; “Dibe ku dewlet propagandayên cuda bike, lê pêwîst e, gelê me vêya qebûl neke û li gel me, dijî vê dagirkariyê rabin. Her wiha Îran jî şerekî nerm, bi rê ve dibe da ku gêncên me têxe bin kontrolê xwe û pêwîst e, gencan jî vê zulmê qebûl nekin. Îran bi van propagandayên nerast dixwaze gerîla tenê bimîne û gel ji me dûr bixe, em vê qebûl nakin û gelê me jî vêya baş dizane û pêwîst e, li hember vê rabin û bêdeng nemînin.”

Kamyaran bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê jî kir û got; “Dibe niha li rojhilat şer nebe lê di demeke nêz de derbasî rojhelat dibê û pêwîst e, xwe ji bo van rojan hazir bikin. Ji gelê me yê Rojhilat dixwazim ku teslîmiyetê qebûl nekin. Pêwîst e, vêya baş bibînin ku dewleta Îran deriyeke ji bo gencan ber bi bê exlaqî û fesadê vekiriye û wisa dixwaze gencan tune bike û vana bi rêve bibe. Pêwîst e, gelê Kurd bi giştî vê mijarê qebûl neke û nebêje em nikarin, dibe em bîr nekin heval Leyla Guven ji bo azadiya Rêber Apo 200 roj birçî ma, ew jî Kurd e, em jî Kurd in lewma pêwîst e, em jî ji bo azadî têbikoşin. Bi taybat gelê me yê rojhilat pêwîst e rabe serhildanê.

Dinêrî ku dijmin bi riya bêkarî gel ber bi xwe dikşîne û dike Besîc û ji riya rast derdixîne, pêwîst e, em li hember dewletê bêdeng nemînin û goh û çavê xwe vekin û bibînin ku rojane zarokê vî gelî şehîd dikevin. Binêrin dewleta Îran di zîndanê de çi ji şehîd Ferzad kir. Pêwîst e, em xeyalên şehîd Ferzad Kemanger, ji bîr nekin, û hevalên ku ji bo Rêber Apo agir berdan laşê xwe, bila bêdengî bidawî bikin û bizanin ku ewqas xwîn ji bo Kurdistan hatiye rijandin û li hember vê rabin.”

Gerîlayê YRK’ê Berxwedan Kamyaran herî dawî bang li jin û ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir û got; “Divê jin û ciwan bibin şoreşger û li hemberî neheqiyê têbikoşin. Divê şoreşgerên Kurd hev bigrin û derveyî vêya tu rêyek din nîne.”