Gerîla Tv dîmenên çalakiya ku 21’ê Sibatê li Girê Lêlîkan a girêdayî herêma Xakûrkê ya li dijî artêşa Tirk hatibû lidarxistin û 4 leşker hatibûn kuştin, parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 21’ê Sibatê saet 12:15’ê li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Lêlîkan a Herêma Xakûrkê ya Herêma Parastinê ya Medyayê çalakiyek kirine. Di çalakiyê de ji nêz ve bi bandor li çeper û kozikên dijmin hatiye xistin, 4 çeper hatine rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê saet derdorî 18:00’an balafirên şer ên girêdayî hêzên dagirker dever ketober daye ber bomeyan. Yekîneya me ya çalakî kirî bi sax û silametî gihiştiye navendên xwe.”