Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser rewşa dawî ya şerê li Herêmên Parastinê yên Medya agahî dan.

HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li herêma şehîd Delîl a Rojavayê Zapê gelek çalakî kirine ev agahî parve kirin.

11’ê Gulanê dagirkerên li qada berxwedanê ya li Girê Amêdiyê bûn hedefa çekên giran ên gerîla.

17’ê Gulanê jî li dijî dagirkerên li qada berxwedanê ya girê FM çalakiyek bi koordîne hat lidarxistin.

Milê yekemîn li kepçeyeke artêşa Tirk xist û tevgera wan da rawestandin.

Yê duyemîn jî çeperên dagirkeran kirin hedef û derb li du çeperan xistin.

Heman rojê gerîlayan li dijî dagirkerên li qada berxwedanê ya li Girê Cûdî jî 3 çalakî kirin.

Di van çalakiyan de jî derb li artêşa Tirk hat xistin û du kamerayên mobese hatin îmhakirin.

HPG radigihîne ku artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîla sûcên şer jî didomîne.

Di navbera 16,17 û 18’ê Gulanê de:

Tunelên şer ê li qada berxwedanê ya Girê FM 18 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr.

5 caran bi bombeyên qedexekirî. Û carekê jî bi drona bombe lê barkirî hatin bombekirin.

Dîsa qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê jî carekê bi çekên kîmyewî hat bombebarankirin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê:

Artêşa Tirk a dagirker qada Sinînê Xakurkê 2 caran,

Girê Zengil û Deşta Kafya Garê 4 caran,

Qadên Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê û Serê Metîna yên li Metîna 4 caran,

Girê Bahar ê li herêma şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran,

Bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Qadên Şêlazê, Golka û Dergelê yên Metînayê jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.