Li tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê, li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dewam dike.
Artêşa dagirker ku nikare bi vê berxwedanê, li ser tunelên gerîla çekên kîmyewî û teqemeniyên li cîhanê bi qanûnan hatine qedexekirin bi kar tîne.
Li qada navborî di encama êrişên bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî de 4 gerîla şehîd bûbûn.
Gerîla Şahîn Armanc û Rojda Zagros ku li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê tevlî berxwedana dîrokî bûn û bi mehan bi rengekî bê eman têkoşiyan, ji wan gerîlayan e ku ketin bin bandora çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî.
Gerîlayan şahidî ji sûcên şer û êrişên bi rêbazên li derveyî mirovahiyê yên artêşa Tirk re kirin.
Gotin: Ji bilî têkoşînê û tolhilanînê emê tu jiyanek din qebûl nekin.