Girtiyên ku li girtîgehên Xarpêt û Wanê di greva birçîbûnê de ne, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve avêtine hicreyên yek kesî.

Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê didomin.

Li girtîgeha Xarpêtê ya bi nimroya 1 û 2’yê bi giştî 12 girtî  di greva birçîbûnê de ne. Li gorî agahiyên ku ji parêzerekî Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê hatiye standin, rêveberiya girtîgehê girtiyên di greva birçîbûnê de avêtine hicreyên yek kesî. Rêveberiya girîgehê,  beriya niha jî wiha kiribû. Li ser hewldana parêzeran Cendaver Aykul  ê di grevê de biribûn koxuşê nav hevalên wî.


Li gorî agahiya parêzera dayî, li Girtîgeha bi Ewlehiya Zêde ya Wanê girtiyê bi navê Bahtîyar Kemal Hasan ku ji 16’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, rêveberiya girtîgehê ew avêtiye nav hicreya yek kesî. Parêzeran gotin ew vê helwesta rêveberiya girtîgehê dişopînin û l hemû girtîgehên din ku binpêkirinên wiha rû didin wan hewldanên hewce kirine.

Li Xarpêtê ev girtî di grevê de ne:

Li Nimroyê 1’ê; Metîn Serhat, Harûn Alkan, Mûsa Candemîr, Îsa Eşsîz, Murat Ergen û Ergûl Tuncay.

Li Nimro 2’yê; Cengaver Aykul, Serkan Eren, Ahmet Tekîn, Yasîn Gungor, Reşît Teymûr û Mahsûm Ceylan.