Yek ji damezrênerên partiya Karkerên kurdistanê PKK’ê Sakîne Cansiz di 1958’an de li Dersimê ji dayîk bû.

Hê ciwan bû, ket nava lêgerînan, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê adara 1971’an bi têkoşîna ciwanên şoreşger re eleqedar bû.

Li Xarpêtê yek ji qadroyên pêşeng ên PKK’ê bê ku bandor li xwendekaran kir, heta sala 1978’an ciwan bi rêxistin kir.

Li Dersim û Çewligê gel birêxistin kir. 27’ê Mijdara 1978’an tevlî kongreya damezrandina PKK’ê bû.

Têkoşîna Sakîne Cansiz a ew bi xwe dibêje jiyana min her şer bû, heta 2013’an 9’ê çile bi serkeftinan dagirtî derbas bû.

Gonul Kaya di sala 1998’an de Sakîne Cansiz nas dike, demek dirêj pêre hevaltî kir, behsa wê kir.

Hevala wê ya têkoşîna Gonul Kaya dibêje, Sakîne Cansiz evîndara Azadiyê bû û wiha domand.

Gelek bi kelecanim ku, min ew nas kir. Dema hevalên nû nasdikir, bi kelecan bûn. Kêfxwe dibû dema sohbet dikir, bersiv dida pirsên derdorê. Enerjî, coş û keyfxweşiya vê qet xelas nebû.

Sakîne Cansiz li Kurdistanê efsaneye. Îspat kir ku, her jin di jiyana xwe da efsane çêker e.

Bi cesaret, şoreşgerî, lêgerîn û şerê xwe nîşanî me da ku dikarin derkevin derveyî jiyana bi sînoran hatiye diyarkirin.

Bi berxwedana xwe mohra xwe li dîroka têkoşînê da.

Cihê wê ji herkesê cudatir bû, lê wê ev qet bi me neda hîskirin.

Kêmasî rexne dikirin lê gilî nedikir. Têkiliya vê bi azadiyê re heye.

Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovê azad bû.

Wê nîşanî me da, em çi bikin, çawa bijîn, çawa şer bikin.

Em ji Sakîne hîn bûn, divê em çawa bibin şopdarên şehîdan.

Li ser komkujiya Parîsê jî Gonul Kaya wiha got:

Weke heval Sakîne, weke damezrînerên rast ên heqîqet, edalet û hezkirinê, emê xwe bi rêxistin bikin û şerê xwe mezin bikin.

Jiyaneke nû tê avakirin. Jinên enternasyonal ji bo vê avakirinê tên û navê xwe dikin ‘Sara’.

Têdikoşin, bi hezkirin şerê xwe mezin dikin. Heval Sakîne, dîrok, ked, hezkirin, xeyal û bedewiya şer a jinê ku bi hezaran salan di tarîtiyê de tê hiştin gihand nifşên piştî me.

Perspektîfa azadiya jinê ya sedsala 21an ew e; li ser xeta Zîlan, Berîtan û Sakîne bijîn, li ber xwe bidin û jiyana azad ava bikin.

Jin êdî li bendê namînin ku şoreş pêk were û mafên wan bên dayîn. Dibin şoreş bi xwe. Civak êdî tevlî şoreşa jinê dibe.