HBDH: Em ê faşîzma AKP-MHP’ê di nava xwîna rijandî de bifetisînin!

HBDH: Em ê faşîzma AKP-MHP’ê di nava xwîna rijandî de bifetisînin!

HBDH’ê bi wesîleya salvegera Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê daxuyaniyek da û got, “Soza me li hevrêyên me yên şoreşger hemûyan e ku di tarîtiya 12’ê Îlonê de me ew ji dest dan: Em ê faşîzmê di nava xwîna ku rijandî de bifetisînin.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, “Artêşa Tirk a bi fermandariya paşayê dev bi girêz ê dewleta Tirk Evren di 12’ê Îlonê de dest bi êrîşê kir, dixwest kedkar, karker, neteweya Kurd a bindest û hindikahiyan bitepisîne. Dixwest ku welê lê bikin, nikaribin careke din xwe rast bikin. Êrîş bêguman wê ne tenê bi vî rengî bûya. Dixwestin ku civakê bixe bin serweriya serdestan û bi vî rengî jinûve dîzayn bikin. Bi vî rengî bi projeya nifşê kesk û îdlojiya nijadperest, neteweperest, şoven pêşî li bayê şoreşê, têkoşînên rizgariyê yên gelan bigirin.

Giranî ji dersên olî re hate dayin, rêxistiniyên paramîlîter hatin avakirin û yên heyî jî hatin mezinkirin. Kurdistan kirin qada şer, siyaseta înkar û tuneikrinê ya giştî li neteweya Kurd hate ferzkirin. Dewleta Tirk a faşîst ji bo berjewendiyên xwe dixwaze civakê dîzayn bike.

Bi Cûntaya Leşkerî re pêşî li rêxistiniya AKP-MHP’ê hate vekirin ku bi kesayetên mîna Erdogan û Bahçelî hatiye avakirin. Civaka ku 100 sal in bi mejiyê tekperest hate birêvebirin, piştî darbeya 12’ê Îlonê hîn bi tundî û komkujiyan jinûve hate tepisandin. Bermahiyên herî biçûk ên demokratîk jî ji holê hatin rakirin, saziyên demokratîk hatin girtin. Komunîst û şoreşger hatin qetilkirin, yan jî li êşkencexaneyan hatin bicihkirin. Xwestin ku civakê bixin ser rêyeke tarî.

Wêneyê dema Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê zindanên mîna Amed, Mamak, Metrîs û gelek êşkencexaneyên din bû. Li van deverên tarî bi dehan şoreşgeran jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jê bi nexweşiyên giran ketin. Polîtîkaya êşkence û komkujiyê ku bi salan dewam kir ne karîbû şoreşgeran ne jî karîbû xeyalên me yên şoreşê têk bibe.

Ji tabloya wê rojê serdema heyî dikare bi hêsanî bê fêhmkirin. Bi destûra bingehîn a ‘nû’ re ku piştî Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê hate avakirin, Kemalîzm gihandin asta herî bilind. Di desthilatdariya AKP-MHP’ê de jî rejîma faşîst a Cûntaya Leşkerî veguherandin faşîzma ‘yek şexsî’. Faşîzm piştî vê astê bi rengê herî bilind êrîşî bindestan û xwezayê dike. Çîna serwer êdî hemû qadên Tirkiye û Kurdistanê weke qadên talan, mêtingerî û dagirkeriyê dibînin û şer belav dikin. Rejîma dewleta Tirk hewl dide ber bi herêmên Rojhilata Navîn, Kafkasya û Bakurê Efrîkayê qadên xwe yên zilm û mêtingeriyê berfireh bike. Lê belê dewleta Tirk li her derê li berxwedana gelan rast tê.

Hemû qadên Tirkiye û Kurdistanê di heman demê de li dijî faşîzma dewleta Tirk qadên berxwedanê ne. Dewleta Tirk ku nekarî şoreşa li Rojava asteng bike, hem bi êrîşa fîzîkî hem jî bi alîkariya sîxur û nokerên MÎT’ê dixwze sîstema civakî û pêşketina wê sabote bike. Şefê berê yê MÎT’ê Hakan Fîdan ku niha şefê ‘dîplomasiyê’ yê derve ye, rola xwe ya esasî ew e ku nokerên nû tevlî şer bike û xeta dagirkeriyê berfireh bike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê negihîşt armanca xwe û hate gotin, “Mîna hemû desthilatdariyên di komkujî û zilmê de israr kirin, armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê jî wê di ber de bimîne. Têkoşîna şoreşgerî, weke têkoşîna yekbûyî ya gelan îro ji her demê bêhtir bi biryar bi pêş ve diçe.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-HP’ê ya ku Cûntaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê dewam dike û hemû hêzên piştevanên wê, di hedefa wan de ne û hate gotin, “Soza me ji hevrêyên me yên şoreşger hemûyan re ye, ku di tarîtiya 12’ê Îlonê de em ew ji dest dan; em ê faşîzmê di nava xwîna ku rijandiye de bifetisînin.

Mîna ku hunermendê şoreşger Yilmaz Guney bi biryardarî got; em ê bi ser bikevin, gelên me yên bindest wê bi ser bikevin.”

NAVNÎŞANÊN ME

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ

NAMEYÊN DÎLÊN AZADIYÊ