Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê, beriya 5 rojan kesê bi navê Hemada Hisên Henîf, li navçeya Reco ya Efrînê revandin û kuştin.

Ajansa nûçeyan ANHA çavkaniyên herêmî nîşan dan û got: Hemada Hisên Henîf, beriya 5 rojan li gundê Belîka yê girêdayî navçeya Reco, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû revandin û hate kuştin.

Ajansa dazanîn ku Hisên Henîf bi êşkencê hatiye kuştin.

Malbata Henîf jî anî ziman ku hîna cenaze negirtine.