Bi armanca nirxandina geşedanên dawî li qada Sûriyeyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Serêkaniyê civînek ji gelê Serêkaniyê re li dar xist.

Civîn li Salona Şehîdan hate lidarxistin û bi dehan şêniyên Serêkaniyê beşdar bûn. Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di civînê de axivî û behsa giştî geşedanên dawîn ên li qada Sûriyeyê kir. Hesen diyar kir ku PYD li gorî rêgeza çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê tev digere û diyar kir ku diyalog û danûstandin rêbaza tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Şahoz Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û got dewleta Tirk tu carî êrîşên xwe ranawestîne da ku îradeya gelên herêmê bişikîne û li dijî van êrîşan hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê pêwîst dît. Hesen di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê divê ji aliyê welatiyên Sûriyeyê ve û dûrî destwerdana hêzên derve pêk were û behsa hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê kir û diyar kir ku dawiya wê têkçûn e, ji ber ku ev hevpeyman li ser bingeha berjewendiyên wan e, ne li ser berjewendiya gelê Sûriyeyê hatiye avakirin.

Hesen da zanîn ku PYD bi israr têkoşîna xwe didomîne û li gorî xeta şehîdan tev digere û wiha anî ziman: “Em hemû endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, di heman demê de wek endamên PYD’ê dibînin û ji ber vê yekê divê partiyeke demokratîk û bihêz damezirînin.”

Civîn bi dirûşmeyên “Bijî serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

ANHA