Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Strasbourgê Agît Ûral ku 127 roj in di greva birçîbûnê de ye qala hesreta xwe ya ji bo Kurdistanê kir.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, didomin.

Yek ji wan jî li bajarê Strasbourg ê Fransayê ye ku 17’ê Kanûna 2018’an dest pê kir. Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger Agît Ûral, ji ANF’ê re qala hesreta xwe ya ji bo Kurdistanê kir.