Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap û Metînayê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Dagirker jî bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî sûcên şer didomînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyên berfireh parve kirin, li gor vê;
“Li herêma Zapê;
20’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Konteynirek dagirkeran îmha bû. Hejmara dagirkerên di konteynirê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.
Li herêma Metînayê;
22’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
22’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku bi dedektorê li qadê digeriyan bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
HPG’ê li ser Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî jî ev agahî dan:
22’ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
HPG’ê got: Hate tespîtkirin ku gazên kîmyewî yên bi gaza îsotê hatin bikaranîn bi rengê pirtiqalî bûn û wiha dom kir:
22’ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
22’ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Li ser êrîşên din ên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî dan:
22’ê Gulanê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan, Girê Şehîd Şerîf 4 caran, li herêma Metînayê qada berxwedanê ya Dergelê carekê, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”