Di destpêka vê rêzenivîsê de min pêwîstiya mijara çand û hunera civakê weke lingê siyaseta neteweyî ya stratejîk bi nav kir. Heger bizava rêbertiya civakê dike vê mijarê stratejîk nebîne û pêdiviyên vê stratejiyê pêkve tênekoşe, ev tê wateya ku lingekî stratejiya netewe û netewebûnê, mîna serhildanên sedsala 20’emîn kêm an jî seqet e.
Jixwe tabloya ku em nîqaş dikin jî bêguman rewşa kambax tekez dike. Yanê rêbertiya siyasî têkoşîna xwe ya tevgerbûna civakê, di serî de jî refên xwe yên rêxistinî, dezgeh û sazîgeriyên xwe bi têgihîniya vê stratejiyê perwerde neke û her wiha zîhniyeta afirandin û avakirina civakek nû û hemdem li ser bingeha vê stratejiyê bi rêk û pêk neke, em ne dikarin tengezariyên hişmendî derbas bikin û ne jî dikarin alozî û pirsgirêkên di eniya çand û hunerê de çareser bikin.
Cîhana ku berê bê serî û bin bû, îroj di serdema me de biqasî gundekî biçûk bû ye. Amûrên ragihandin û têgihînê derbasî her babetên jiyana mirov bûne. Lê hê jî zîhniyeta tengezar xitimandin û tevizandina di vê qadê de ji tengezariyên hişmendiya xwe nabîne. Şaşîtî û kêmasiyan li derveyî xwe dibîne.
Ger em tekoşîna civakî weke pergalekê bipejirînin, pêwîst e em nirxandina vê pergalê û mekanîzmaya wê jî her gav bi awayekî guncav û nuhker di bin çavan re derbas bikin. Pergalek an bi wateyek din sîstemek mîna rêncberiyê ye. Asta razemeniya bîrdozî, madî û manewî li zeviya xwe çi tovê biçîne dê wî bi berhemîne, lê belê ya girîng qelîte û asta berhemê ye.
Bi baweriya min em di vê xalê de ne zelal in. Ji ber ku nakokiyên di pratîk û nêzîkatiyên bizava me ya siyasî û rêxistinî de bi qasî giraniya razemenî û girîngî daye qadên dinê, nedaye qada çand û hunerê. Îhmalkirina qada çand û hunerê berî her tiştî tê wateya niximandina tovên zeviya te. Yanê berhema mirov çav li rê ye, ji astê kêmtir, ji qelîteyê dûrtir û bê ewletir e.
Tevgera Azadiyê herî zêde girîngî daye gihandin û perwerdekirina nifşên civakê. Di dîroka gelê me de cara yekemîn e ku em bûne xwediyê manifestoyên çareserî û avakirina kesayeta “xwebûn” û azad. Îca gelo girîng e em ji rêvebiran hêvî bikin da ku bên nêzîkatî û hişmendiyên me yên tengezar rast bikin?
Di destpêkê (salên 1984/ 85) de xebatên çand û hunerê çirûska vejînê û qibleya keç û xortan bûn. Herkesî dixwest beşdarî vê xebatê bibe. Bi kelecana şoreşê giyanekî efsanewî di singa keç û xortan de dikeliya. Tevî ku hoyên jiyana koçberiyê û kêmbûna derfet û ezmûnan jî bi sedan ciwan di vê qadê re derbasî nav refên şoreşê bûn.
Îroj dema em behsa hişmendiyek tengezar dikin, tengezariya hişmendiya wê serdemê tê ber çavên min. Wê demê jî ev hişmendî hebû, lê belê li hemberî wê perspektifen rêbertiya şoreşê herdemê bi tedbîr û hişyar bû.
Li bîra min e di wê serdemê de û heya van salên dawiyê jî kesayetên bi pirsgirêk nikarin beşdarî xebatên rêxistinî bibin. Berê wan didan sazî û dezgehên çand û hunerê. Piştî demekê jî digotin çima xebatên çand û hunerê tijî pirsgirêk in…