Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla yên li Colemêrgê ev agahî da:
LI ÇELÊ Û GEVERÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Hêzên me roja 27’ê Cotmehê saet 11:30’î li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîd Colemêrg çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve derbên giran li kozik, stargeh û makîneyên kar ên dijmin ên li ser gir hate xistin. Di encamê de dozerek, kozikek û 2 stargeh bi temamî hatin rûxandin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
Roja 26’ê Cotmehê saet 09:30’î, hêzên me li leşkerên dagirker ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê xistin. Di çalakiyê de ku ji du baskan ve li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir hate xistin, stargehek û 2 kozik bi temamî hatin rûxandin. 6 leşker hatin kuştin.
OPERASYONA LI PÎRANÊ BÊ ENCAM MA
24’ê Cotmehê, artêşa TC a dagirker li herêma gundên Pirejman û Heftenîn ên navçeya Pîran a Amedê dest bi operasyonê kirin. Yekîneyên dijmin avêtin ser gelek malên li herêma operasyonê, zext û tundî li gel kirin. Hêzên dagirker êvara 25’ê Cotmehê bê encam man û xwe ji herêmê vekişandin.
BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 27’ê Cotmehê saet navbera 10:00-11:00 bombe li girê Şêx Nasir ê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Heman rojê saet navbera 17:30-19:30’î, balafirên şer bombe li qada Şehîd Rustem a herêma Zapê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi gerîlayên me nehat.”