Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnama 3 gerîlayên li Metîna şehîd bûn eşkere kir.

HPG’ê got:

8’ê nîsana 2024’an li herêma Metîna di êrişên dijmin de, gerîla Zîlan Amed, Şahan Amed û Serhed Çarçella şehîd bûn.

Her sê gerîla weke ewladên bi rûmet ên gelê me bi ked û daxwazeke mezin tevlî nava şerê azadiyê bûn, her kêliya şerê azadiyê bi têkoşîna ji bo bersivdayina li daxwaza azadiyê ya gelê me derbas kirin.

HPG’ê di serîde malbatên şehîdan ji gelê kurd ê welatparêz re sersaxî xwest û nasnama şehîdan wiha eşkere kir.

Bêrîvan Zengîn bi nasnav Zîlan Amed li Amedê ji dayîk bû, navê dayîkê Ferîde navê bav Latîf 8’ê Nîsana 2024’ê li Metîna şehîd bû.

Nûrûllah Tûnç bi nasnav Şahan Amed, li Amedê ji dayîk bû, navê dayîkê Ayfel navê bav Velî 8’ê Nîsana 2024’ê li Metîna şehîd bû.

Esed Raîd bi nasnav Serhed Çarçella li Qamişlo ji dayîk bû, navê dayîkê Yasmîn navê bav Raîd 8’ê hezîrana 2024’ê li Metîna şehîd bû.

Li ser hevalên şehîdbûne HPG’ê wiha got:

Hevrê Zîlan li gundê Çemê Elîka yê Licê ya Amedê ji dayik bû, di nava malbatek welatparêz de mezin bû. Di temeneke biçûk de PKK’ê nas kir. Di nava xebatan de cih girt. Di sala 2004’an de ji bo tola hevalên xwe hilîne ji ser Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demekê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Akademiya Şehîd Bêrîtan û akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Li Heftanîn, Qendîlê ma. Wekî fermandara YJA Starê tevlî xebatan bû. Li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kir, piştî erka xwe pêkanî derbasî çiyayên azad bû. Li Metîna di asta fermandariyê de tevlî şer bû, bar rakir. Derbên giran li artêşa tirk da, pêşengî ji hevalên xwe re kir.

Gerîla Şahan Amed li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû mezin bû. 2010’an di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, bi qasî 5 salan beşdarî çalakiyan bû. 2015’an hat girtin, piştî salek di girtîgehê de ma hat berdan, 2016’an berê xwe da çiyayên azad. Perwerda pêşî li Heftanînê dît. Ji Heftanînê berê xwe da Metîna, bi awayek çalak di şer de cih girt. Bi hevaltiya xwe ya ji dil, kedkar û bi kesayeta xwe ya dirust, di dilê hevalên xwe de cih girt, bû milîtanekî Apoyî ku hevalên wî bibin şopdarên wî û li kêleka wî cih bigirin.

Gerîla Serhed jî li bajarê Qamişlo li nava malbatek welatparêz ji dayîk bû. 2018 de tevlî nav refên Partiya me bû, berê xwe da refên gerîla.
Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê, xwe gihand Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevlî nava refên gerîla bû. Li qadên şer lê dijware cih girt. Li Akademiyên Şehîd Mahîr beşdarî perwerdeyê bû, paşê berê xwe da Metîna. Serhed Çarçêla tevî gerîla Zîlan û Şahan şehîd bû. Ewê bi hevrêtiya xwe ya bi hêz û watedar, bi kesayeta xwe ya têgihîştî û mutewazî û bi baweriya xwe ya bi nirx, timî her tim di têkoşîna azadiyê de bê bibîranîn.