HPG’ê 3 gerîlayên di 15’ê Tîrmehê de li Xakurkê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn bi bîr anî û ragihand, ku wê ala berxwedanê ya şehîdan bi ser bixînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di dema operasyona dagirkeriyê ya 15’ê Tîrmehê de li herêma Xakurkê, di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di encama şer de 3 hevalên me şehîd bûn. Hevrêyên me bi şiyara ‘destûr ji dagirkeran re nîne’ li dijî yekîneyên dijmin bedena xwe kirin çeper û bi lehengî şer kirin. Agahiyên der barê hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Arîn Rêber

Nav paşnav: Gulistan Mahçûp

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Nîhal-Farûk

Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tîrmeha 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Tîrêj Medya

Nav paşnav: Rezan Kalin

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Cemîle-Zubeyîr

Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tîrmeha 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Tolhildan Viyan

Nav paşnav: Ahmet Koçak

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sariya-Halît

Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tîrmeha 2019’an / Xakurkê

Hevrêyên me Arîn, Tîrêj û Tolhildan li nava welatparêziyê mezin bûn, lewma şerê li Kurdistanê ji nêz ve dîtin û têgihiştin ku azadiya gelê Kurdistanê tenê bi azadiya Rêber Apo dibe, lewma di demên cuda tevlî nava refên gerîla bûn. Em hevrêyên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Hevrêyên me Arîn, Tîrêj û Tolhildan bi ked, fedakarî û tevlîbûna xwe ya durust a li nava refên têkoşînê her tim hewl dan di xeta Rêbertî de bi rengekî rast bimeşin û bi vî rengî têkoşiyan. Sekna wan a li nava jiyan û têkoşînê wê ji bo me hevrêyên wan ên li pey wan man her tim bibe mînak.

Di şexsê malbatên hêja yên şehîdên me de bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.”