HPG’ê ragihand li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistnaê ‘li dijî artêşa Tirk a dagirker’ çalakî kirine. Di daxuaniyê de nasnameya 3 gerîlayan, ku li Bedlîsê û Amedê şehîd bûbûn hate parvekirin.
Di daxuyaniyê de, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê, derbarê êrîşên hewayî yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin parvekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê ragihand gerîlayê bi navê Pîr Şahan Serhildan 16’ê Îlonê li Bedlîsê ‘heta guleya xwe ya li dawî li ber xwe daye û şehîd bûye’’. Her wiha hate gotin gerîlayên YJA STAR’ê Goksun Firat û Dîdar Serhat 22’ê Îlonê li Amedê şehîd bûne.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wiha ye:

LI SIDÊKANÊ ÇALAKÎ
Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî 29’ê Îlonê saet 10.00’an li dehma Arê ya Sidêkanê, ku li nav sînorên Başûrê Kurdistanê ye, li Girê Şehîd Rozerîn li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa dagirker a TC’ê çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de tespîtbûyî 1 leşker hatiye kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêrên skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirine û piştre bi helîkoptêrê êrîşê quntarên Girê Şehîd Rozerîn bombe kirine.

GERÎLA PÎR ŞAHAN SERHILDAN HETA GULEYA DAWÎ LI BER XWE DA
Di daxuyaniya xwe de, ya bi dîroka 19’ê Îlona 2018’an me gotibû 16’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker operasyona li ser Bedlîsê, li ser qada Şehîd Mizgîn daye destpêkirin û di şer de hevrêyê me Pîr Şahan heta bi guleya xwe ya dawî li ber xwe daye û li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevrêyê me Pîr Şahan wiha ye:


Navê Kod: Pir Şahan Serhildan
Nav Paşnav: Ferhat Çetîner
Cihê Bûyinê: Riha
Navê Dê û Bav: Hatîce – Mehmet Fahrî
Cih û Dema şehîdbûnê: 16 Îlon 2018 / Bedlîs
*****


Navê Kod: Dîdar Serhat
Nav Paşnav: Meryem Dogan
Cihê Bûyinê: Qers
Navê Dê û Bav: Bediha – Mehmet
Cih û Dema şehîdbûnê: 22 Îlon 2018 / Amed
*****

Navê Kod: Goksun Firat
Nav Paşnav: Hasret Borta
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Kevser – Mehmet Saît
Cih û Dema şehîdbûnê: 22 Îlon 2018 / Amed

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîş dane destpêkirin. Agahiyên berfireh ên êrîşên hewayî wiha ne;
28’ê Îlonê saet 23.40’î balafirên şer li herêma Avaşînê, qada Geliyê Avaşînê bombe kirine.
29’ê Îlonê saet di navbeyna 21.00 û 21.30’î de balafirên şer li herêma Garê, derdora gundê Hefttebax û qada Çiyayê Reş a Zapê bome kirine.