Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz got tecrîda sîstematîk a 19 salan a li ser Ocalan, tê maneya binpêkirina normên însanî û hiqûqî û diyar kir li dijî hiqûqa gerdûnî jî sûc tê kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 19 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Imraliyê ya bi Ewlehiya Jidiyayî tê girtin, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nahêlin ku parêzerên xwe û ji 11’ê Îlona 2016’an ve jî nahêlin ku malbata xwe bibîne. Şandeya Imraliyê ya dema diyalogê diçû û dihat ji 5’ê Nîsana 2015’an ve nikare biçe Imraliyê. Hewldanên CPT’yê û saziyên navnetewî jî kêm tê dîtin û rexnekirin.
Kaçaz got tecrîda ku ji 11’ê Îlona 2016’an ve didome êdî hatiye rewşeke wiha ku nema dikare were ragirtin û domand, ”Helbet ev rewş li rewşa dewleta hiqûqê nayê û her wiha berovajî prensîbên hiqûqê ya navnetewî ye jî. Ev rewş li dijî nirxên mirovahî ye.”
Kaçmaz got di rewşeke wiha de ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn kaos giran dibe, tecrîda mitleq a li ser Ocalan kaosê girantir dike û domand, ”Hemû normên demokrasî û kaosê têne binpêkirin, li dijî hiqûqa navnetewî sûc tê kirin”.
Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz got ji bo kaos bidawî bie tekan rêya çareseriyê ew e ku di ser modêla Ocalan re bi rê bikevin û got, ”Ji bo vê jî dixwazin tecrîd bi rengekî girantir bidome.”