Kesê hat darvekirin Îrec Pakî yê 38 salî ye, ji gundê Stunreş a girêdayî navçeya Urmiye, Selmasê ye.

Derbarê darvekirina Îrec Pakî de tora mafê mirovan a Kurdistanê daxuyanî da.

Ragihand ku girtiyê Kurd Îrec Pakî doh li girtîgeha navendî ya Erdebêlê hat darvekirin.

Hate zanîn Îrec Pakî roja 18’ê Sibatê biribûn hucreya yekkesî û piştî rojekî, yanî duh hat darvekirin.

Li gorî rêxistina mafê mirovan a Îranê, ji destpêka 2024’an ve herî kêm 80 kes hatine darvekirin, piraniya wan Kurd û Belûcî ne.

Di nava kesên hatine înfazkirin de 2 jin jî hene.

Heman çavkanî dibêje di sala 2023’an de herî kêm 740 kes, ji sala 2010’an ve jî 7909 kes hatine darvekirin.

Li aliyê din hate zanîn dewleta Îranê 4 kes ji ber bi Kurdî klîb çêkirine, binçav kir

Hunermendê Kurd ê rojhilatê Elî Kerîmî bi navê Welat stranek amadekir, ev li bakurê Xoresanê belav bû.

4 kesê di klîbê de keda wan hene, Endezyarê deng û rêveberê studyoyê Hasan Taghizadeh, produktor Alî Delfaraz, gerînendeyê produktorê Hossein Firouzeh û operatöre kamerayê Celal Barat Zadeh hatin binçavkirin. Studyoya Taghîzadeh a li bajarê Îsrarayanê ku klîb tomar kir, hat mohr kirin.

Beriya niha jî li herêma Xoresanê ji ber, stran, çand û cil û bergên Kurdî gef li Elî Kerîmî û gelek hunermendan hatibû xwarin