Li ser çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne û malbatên wan, li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Civîna Çapemeniyê li Kulbûa Çapemeniyê ya Ewropayê pêk hat û ji aliyê Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer û Enstîtuya Kurd a Brukselê ve hate organîzekirin.

Tevî Omer, ji Zanîngeha Azad a Brukselê profesorê Gerrît Loots û Serokê Komeleya Parastina Mexdûrên Terorîzmê ya li Belçîkayê V-Europe Phîlîppe Vansteenkîste jî tevlî konferansa çapemeniyê bûn. Loots û Vansteenkîste beriya niha bi demekê çûbûn Rojava û li herêmê lêkolîn kiribûn.

Konferans li ser rewşa çeteyên biyanî yên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne û malbatên wan hate lidarxistin. Bi taybetî işaret bi rola Ewropayê hate kirin. Di konferansê de hate ragihandin, hikumetên Ewropayê ji ewlekarî û paşeroja zarokên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakurê Sûriyeyê berpirsyar in û hate gotin, çeteyên DAÎŞ’ê yên welatiyên Ewropayê ne divê li welatên xwe bên darizandin û cezakirin. Konferansa çapemeniyê ji aliyê gelek saziyên medyayê ve hate şopandin.

Omer bi bîr xist, di demekê de ku QSD li Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonê dike, dewleta Tirk 27’ê Cotmehê êrîş bir ser Kobanê û got, “Ev yek piştgiriyeke vekirî ye ji bo DAÎŞ’ê”… her wiha diyar kir, dewleta Tirk piştre êrîşî Kobanê û Girê Spî kir û anî ziman, di dema lidarketina vê konferansê de jî careke din êrîş bir ser Kobanê.
Omer bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş heman piştî civîna bilind a çar alî ya li Stenbolê dest pê kiriye.

Omer got, “Em van êrîşa şermezar dikin û ji dewletên navneteweyî, bi taybetî ji koalîsyona navneteweyî dixwazin ku bêdeng nemînin.” Omer piştre qala çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne û malbatên wan kir.

HERÊMÊN JI ALIYÊ QSD’Ê VE HATINE RIZGARKIRIN

Omer bal kişand ser operasyonên QSD’ê û got, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi desteka koalîsyona navneteweyî operasyonan dikin. Bi saya van operasyonan beşeke mezin a bakur û rojhilatê Sûriyeyê hate rizgarkirin. Bi qasî 30 ji sedî yê xaka Sûriyeyê ji terorîzma Dewleta Îslamî hate rizgarkirin. têkoşîna li dijî terorîzma DAÎŞ’ê dewam dike û got, hîn jî DAÎŞ gefê li cîhana azad û nirxên însanî yên hevpar dixwe.

Omer got, “Berdêlên ku hêzên me bi navê mirovahiyê di şerê dijî terorîzmê de da, gelekî giran e” û iwha pê daket: “8 hezar jin û mêr di têkoşîna dijî terorîzmê de jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 5 hezar kes jî seqet man. DAÎŞ’ê bajar û gund bi temamî xera kir, bû sedem ku bi hezaran kes ji cih û warê xwe bibin.”

Omer diyar kir, bi avakirian Sûriyeyeke demokratîk û nû dikare pêşî li çeteyên mîna DAÎŞ’ê were girtin.

JI 46 WELATÊN CUDA NÊZÎ 790 ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê GIRTÎ NE

Omer anî ziman, QSD’ê di şer de gelek çeteyên DAÎŞ’ê yên ji 46 welatên cuda girtiye û li ser hejmara van çeteyan û malbatên wan agahî da.

Omer diyar kir, heta niha 790 endamên DAÎŞ’ê, 584 jin û 1.248 zarokên wan di destê wan de ne û ragihand, jin û zarok li kampên penaberan ên li El Hol, Roj û Eyn Îsa ne.

Omer got, “Ji ber operasyona li Dêra Zorê, hejmara terorîstên girtî û malbatên wan zêde dibe” û da zanîn, ew texmîn dikin ku hejmara çeteyên li Hecîn û derdora wê ne bi qasî 5 hezar e.

JI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK, GEFÊ DIXWIN

Omer anî ziman, çeteyên girtîne ji bo wan hem pirsgirêkeke mezin e, hem jî metirsiyeke û got, eger ji ber êrîşên dewleta Tirk valahiyek rû bide û ev birevin, wê bibe gef li Ewropayê.

Omer da xuyakirin, ji bo perwerdeya malbat û zarokên DAÎŞ’iyan divê civaka navneteweyî bi berpirsyarî rabe û got, ew jib o wan barekî mezin e. Omer diyar kir, çeteyên di destê wan de ne divê li welatê xwe bên darizandin û cezakirin.

TI JI WELATÊN EWROPAYÊ SERLÊDAN NEKIR

Omer ragihand, ew bi koalîsyona navneteweyî re di nava diyalogê de ne, lê di vê mijarê de hîn destek negirtine û ji medya Ewropayê xwest ku vê pirsgirêkê bixin rojevê û zextê li hikumetan bikin.

Omer diyar kir, di nava endamên DAÎŞ’ê yên girtî de welatiyên welatên Ewropayê hene û got, “Lê belê welatekî bi tenê yê Ewropayê serlêdan nekiriye. Her wiha welatên koalîsyonê ku em hevalbendê hev in, serlêdan nekirine.” Omer da xuyakirin ku hin DAÎŞ’î radestî Rûsyayê hatin kirin û anî ziman, Belçîkayê jî ji bo agahiyê li ser zarokan bigire, maîlek şandiye.

Omer got, ji ber sedemên ewlekariyê ew ê eşkere neke bê ji kîjan welatî çend çete di destê wan de hene.

BRUKSEL / Radyo Dengê Welat