Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star bi daxuyaniyekê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî şermezar kir û bang li jinan kir ku ji bo azadkirina Ocalan serî hildin.

Dewleta Tirk tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. Girêdayî mijarê Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star bi daxuyaniyekê bang li jinan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê serî hildin.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Em wek tevgera jinan li Rojava komploya navdewletî ya li dijî rêberê me û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Fikr û felsefeya Ocalan ku çareseriya herî guncaw ji pirsgirêk û nakokiyên Rojhilata Navîn re ye. Rêber Ocalan ji bo ziyan bi gelên herêmê nebe di sala 1998’an de ji herêmê ber bi Ewropayê ve derket da ku danûstandinê bi hêzên navneteweyî re bike ku îdiaya demokrasiyê dikin. Lê wan dewletan ji bo parastina berjewendiyên kapîtalîst li dijî fikra azad a rêber Ocalan hevgirtina hev kirin û hemû qanûnên mirovahiyê binpê kirin û rêber Ocalan tecrîd kirin.

Bi saya fikra Ocalan niha gelên Bakurê Sûriyeyê hevgirtina xwe xurt kiriye û azad dijîn. Mînaka ku niha li Rojava tê meşandin nimûneya jiyana hevbeş û aramiyê li Rojhilata Navîn e. Gelên herêmê êdî fikra Ocalan nas kiriye û wek çareserî û hêviya azadiyê ji bo xwe dibînin.

Ev çend sal e rêber Ocalan di tecrîdeke giran de ye û agahiyên me der barê tenduristiya wî de tune ne. ji ber vê yekê em bê deng namînin. Hêzên ku îdiaya demokrasiyê û parastina mafên miorvan dikin der heqê rêberê me de kirinên herî qirêjî pêk tînin. Rêxistina Mafên Mirovan a Ewropayê ku îdia dike ku Ocalan rastî îşkenceyê nehatiye, asta zilmê û bêedaletiyê nîşan dide.

Em bang li hêzên demokrasîxwaz û azadîxwaz û bi taybet jinan dikin ku di salvegera 20’emîn a Komploya Navdewletî ya li dijî rêber Ocalan û gelên blindest de li dijî faşîzma Tirkiyeyê û hevkarên wê serî hildin.

Em wek endamên Kongreya Star soz didin ku em ê têkoşîna xwe li ser fikra azad a rêber Ocalan berdewam bikin.”