Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelay derbarê mijarê de daxuyanî da

Cûmane Xelay da zanîn îro dema tomarkirina navên hizb û hevpeymaniyan ên ji bo hilbijartina parlementoya başûrê Kurdistanê bi dawî dibe.

Hate zanîn heta niha 12 hizb û 2 hevpeymaniyan navê xwe tomar kirine.

77 namzetên serbixwe jî ji bo tevlî hilbijartinê bibin navê xwe nivîsandine û ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.

Biryar bû 10’ê Hezîranê hilbijartina parlementoya Herêma Kuridstanê pêkhatiba.

Lê ji ber astengiyên PDK’ê hilbijartin pêknehat.

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî heta niha ti rojek ji bo hilbijartinê diyar nekiriye.