ENQERE – Li Tirkiye di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 187 rojin greva birçîbûnê didome. Li Tirkiye ev rêbaza çalakiyan ne çalakiyek nû ye. Kesên serî li vê rêbaza çalakiyê didin ji ber ku hemû rê û rêbazên lêgerîna mafan ji destê wan tê girtin bi armanca hiqûq, edalet û mafên xwe bixwazin serî li vê rêbaza greva birçîbûnê didin. Li Tirkiye ji salên 1950’an de mirov bi armanca doza mafê xwe bikin serî li vê greva birçîbûnê û rojiya mirinê didin.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgehatîpa E iya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di demek pir kin de li hemû girtîgehên Tirkiye, Hewler, Germiyan, Mexmûr, Strasbourg, Muller û gelek bajar û welatên din belav bûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di 30’ê Nîsanê de bi tevlêbûna 15 kesan derbasî pêngava rojiya mirinê bû. Niha jî dayik bi Laçikên Spî dadikevin qadan û pêla çalakiya Laçik Spî dest pê kir. Ev çalakî koka xwe ji kurahiya dîroka Tirkiye digire. Çalakiya greva birçîbûnê di Danezana Malta ya sala 1991’an de bi gotina “Kesê ki di aliyê hiş û ehliyetê de bi vîna xwe biryara greva birçîbûnê dabe, di demên diyar de vexwarin û xwarinê red dike” pênase dike. Armanca vê çalakiyê ne mirin e. Armanc bi vê çalakiyê balê bikişîne ser daxwazên jiyana mirovî, demokratîk û azad. Ger ku daxwazên wî pêk bên dest bi çalakiyê berdide. Di danezana Malta de diyar dike ku bi taybetî ji ber rê u rêbazê daxwaza mafan nabîne ji neçarî serî li vê rêbazê dide. Li Tirkiye kes û komên xwedî bîrdoziyên cuda, di demên cuda de bi armanca daxwazên xwe yên yên mirovî û demokratîk bistînin di serdemên cuda de serî li vê rêbazê dane. Ev yek wekî “Kevneşopiya berxwedanê” mohra xwe li dîroka zindanan xistiye. NAZIM HÎKMET: JI BO MECLÎSA GEL … Yekem car di ‘ê Nîsana 1950’an de Helbestvan Nazım Hikmet li Girtîgeha Bursa dest bi greva birçîbûnê kir. Nazim Hikmet, di 28’ê kanûna 1938’an de piştî Dadgeha Eskerî de di dozên Dibistana Herbê û Donanma bi giştî 28 sal û 4 meh cezayê giran lê birî. Hikmet ku 13 salan girtî ma, ji bo dawî li vê bê hiqûqiyê bîne dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.  Hikmet wê deme bi rêya parêzerên xwe armanca xwe wiha gotibû: “Ji bo teceliya heq û heqîqatê ez dest bi grevê dikim. Xemgîn nebe, xwe hêrs neke, di oxira heq û heqîqetê de, ji bo rastkirina bê hiqûqiyê hewce be mirov mirinê jî bide ber çavan xweş e.”  3 NIVÎSKARAN PIŞTGIRÎ DA NAZIM Piştî Hikmet dest bi çalakiyê kir 3 nivîskaran Orhan Veli, Oktay Rıfat û Melih Cevdet Anday li Enqereyê 3 rojan piştgirî dan Nazim.   CELAL BAYAR: ÇALAKIYA MIN BI TEMAMÎ SIYASÎ YE 3’emîn Serokomarê Tirkiye Celal Bayar, di 27’ê Gulana 1960’an de bi sucdariya “îxaneta welat” û “îhlala qanûna bingehîn” hat girtin. Di 30’ê Adara 1963’an de ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Bayar ji bijîşkên ku gotin ev çalakî ne raste re got: “Vê tevgera min nedin ser xwe. Ev ne li dijî we ye. Tevgera min bi temamî siyasî ye.”  SALA 1969’AN: 500 GIRTÎ KETIN GREVÊ Di 17’ê Gulana 1969’an de li Girtîgeha Topbaşi ya Stenbolê 500 girtî bi daxwaza “Efoyê” 9 rojan ketin greva birçîbûnê.  3 FÎDAN JÎ KETIN GREVÊ Di 18’ê Nîsana 1972’an de li Girtîgeha Eskerî ya Mamakê  pêşengên Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiye (THK-O) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyin Înan, bi armanca pêkanînên li dijî mirovahiyê û îşkenceyê şermezar bikin li dijî guhertinên qanûna 1961’an dest bi rojiya mirinê kirin. 3 fîdanên bi gotina “Em dizanin ev tevgera me hemû xerabiyan bi dawî nake. Lê em li gelê xwe û mafê wî li hucreyên girtîgehê xwedî derkevin û ji bo wî biparêzin tenê tevgera me wê berdewamiya rojiya mirinê be” ketin grevê çalakiya wan 12 rojan berdewam kir.  PIŞTÎ SALÊN 1980 ZEXT Û ÎŞKENCE ZÊDE BÛ Di tebaxa 1980’an de li Girtîgeha Eskerî ya Davutpaşa girtiyan bi armanca îşkence û muameleya xerab şermezar bikin 9 rojan ketin greva birçîbûnê.  ÇALAKIYA MEZIN A ROJIYA MIRINÊ 14’Ê TÎRMEHÊ: BI QASÎ EM DI OXIRA WÊ DE BIMIRIN EM JI JIYANÊ HEZ DIKIN Piştî darbeya eskerî ya 1980’ê li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê zext û îşkenceya li ser girtiyên siyasî pir dijwar bû. Girtiyên siyasî yên kurd yekem car di sala 1981’an de serî li çalakiya rojiya mirinê dan. Çalakiya rojiya mirinê di pêşengiya Pêşengên PKK’ê Kemal Pîr û Hayri Durmuş de dest pê kir. Çalakiya wan 43 rojan berdewam kir. Piştî daxwaza wan hat qebûlkirin dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî zext dîsa dest pê kir vê carê di 14’ê tîrmeha 1982’an de dest bi “Berxwedana Rojiya Mezin a Mirinê” kirin. Pêşengên çalakiyê Hayrî Durmuş, bi gotina “Ez ji bo van polîtîkayên we yên hovane û li dijî mirovahiyê şermezar bikim ji niha de dest bi rojiya mirinê dikim. Ger ku mirina min ji hevalên min û gelê min re bi fêde be ez ji vê yekê kefxweş im. Ez nikarim bêjim ez hemû zanebûn û beceriyên xwe dixim xizmeta gelêxwe. Ji ber vê yekê li ser gora min nivîsa ‘Li hemberî gelê xwe deyndar mir” binivîsin. Çalakger Kemal Pîr ji bi gotina “Bi qasî ez di oxira wê de bimirin ez ji jiyanê hez dikim” bal kişand ser armanca çalakiya xwe û di roja 55’an de jiyana xwe ji dest da. Kemal Pir, di dîroka çalakiya Rojiya Mirinê ya Tirkiye de bû kesê yekem yê jiyana xwe ji dest da. Di 14’ê Tîrmeha 1982’an Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin de Kemal Pir di 7’ê İlona 1982’an de, Mehmet Hayrî Durmuş di 12’ê Îlona 1982,  Akif Yilmaz di 15’ê Îlona 1982, Alî Çîçek jî di 17’ê Îlona 1982’an de jiyana xwe ji dest dan.  Di 1984’an de li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê de Orhan Keskin û Cemal Arat ku ji doza Rêya Şoreşê dihatin darizandin, li dijî îşkence û muameleya li dijî mirovahiyê dest bi çalakiyê kirin û di roja 54’an de jiyana xwe ji dest dan.  LI DIJÎ CILÊN YEK TÎP  Di 11’ê Nîsana 1984’an de girtiyên ji doza Yekîtiya Komîstên Îhtîlala Tirkiye (TÎKB) û Çepê Şoreşger li Girtîgehên Metris û Sagmalcilarê, li dijî cilên yek tîp tek û îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kirin. 400 girtiyan di roja  45’an de dest bi rojiya mirinê kirin. Di roja 60’emîn û 70’emîn a çalakiyê de Abdullah Meral, Haydar Başbag, M. Fatih Oktulmuş, Hasan Telcî jiyana xwe ji dest dan. Greva birçibunê piştî daxwaza wan pek hat di di sibata 1986’an de bi dawi bû.  LI DIJÎ TÎPA HUCER ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ  Di 27’ê Nîsana 1989’an de Li Girtîgeha Tîpa E ya Nazillî, 33 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Di 29’ê Hezîrana 1989’an de piştî tîpa “Hucre” ket meriyetê, Li Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskişehirê 280 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Wezareta Dadê di roja 34’an de Girtî sewqi Girtîgeha Nazilli û Aydinê kirin. Girtiyên bi lêdan û îşkenceyê li rîngan suar kirin û sirgûn kirin, ji girtiyên PKK’ê Mehmet Yalçinkaya û Huseyin Husnu Eroglu di 2’ê Tebaxa 1989’an de jiyana xwe ji dest dan.  NIVÎSKAR KETIN GREVÊ  Di 15’ê Tebaxa 1989’an de Nivîskar û rewşenbir Aziz Nesin, Mina Urgan, Rasîh Nurî Îlerî, Mehmet Alî Aybar û Emil Galip Sandalci, bi armanca piştgiriyê bidin çalakgerên li Girtîgeha Aydin û Eskişehirê li Otela Pera Palas 2 rojan ketin greva birçîbûnê.  DI SALA 1991’AN DE LI ESKÎŞEHÎRÊ HUCRE RAKIRIN Di sala 1991’an de li gelek girtîgehan li dijî hucreyê gelek girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî çalakî hat sinorê mirinê, Wezîrê Dadê Seyfi Oktay Wezîrê Dewletê yê ji Mafên Mirovan berpirsiyar Mehmet Kahraman Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskişehirê girtin. Di salên 1991-1995’an de dîsa ji bo şert û mercên xerab û muameleyên xerab bi dawî bibe li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê berdewam kir.  DI SALA 1996’AN RE ROJIYA MIRINÊ Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ  Di sala 1996’an de piştî wezîrê Dadê Mehmet Agar “Giştînameya Gulanê” derxist, girtiyan bi armanca girtîgehên ku wekî “darbest” pênase dike şermezar bikin li gelek girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ji doza MLKP, TKP/ML, TİKB, TKP(ML), Ekîm, TKEP-Leninist, Direniş Hareketi û DHKP/C bi armanca vê pergalê şermezar bikin di 20’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Di vê çalakiya ku 2 hezar û 174 girtî ketin greva birçîbûnê. 355 girtî jî ketin rojiya mirinê. Di vê çalakiyê de Aygun Ugur, A. Berdan Kerimgiller, Îlginç Ozkeskin, Huseyin Demircîoglu, Alî Ayata, Mujdat Yanat, A. Îdîl Erkmen, Tahsîn Yilmaz, Yemliha Kaya, Hîcabî Kuçuk, Osman Akgun, Hayatî Can jiyana xwe ji dest dan. Piştî girtiyan jiyana xwe ji dest da Agar îstîfa kir û li şûna wî Şevket Kazan hat ser kar û di roja 69’an de daxwazên girtiyan  qebûl kir. Piştre çalakî bi dawî bûn.  ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TÎPA F  Piştî Wezîrê Dadê Tîpa F ava kir, girtiyên siyasi yên çepgir ên rêxistinên DHKP/C, TKİP, TKP(ML), bi armanca vê pergalê şermezar bikin di 20’ê Cotmeha 2000’an de li 18 girtîgehên Tirkiye  dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.865 girtî ketin çalakiyê. Di 19’ê Kanûna 2000’an de dewletê mudaxale kir. Du mudaxaleyê de 30 girtî û 3 keskeran jiyana xwe ji dest dan.  LI DIJÎ TECRÎDÊ 10 HEZAR KETIN GREVÊ  Di 12’ê Îlona 2012’an de girtiyên PKK’ê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike dest bi greva birçêbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakiya bi 10 kesan dest pê kir, bi 10 hezar girtiyan berdewam kir. Piştî roja 68’an Mehmet Ocalan çû Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest girtî dest ji grevê berdin. Piştî vê yekê heyet çûn Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê dest pê kir.   MA / Diren Yurtsever         Parve bike: