Rojnamevan Serdar Karakoç, di 23’ê Gulanê de ji aliyê polîsên Hollanda ve li ser daxwaza Elmanyayê ji mala xwe hate binçavkirin û di 14’ê Hezîranê dee bi şert hate berdan.

Karakoç piştî hate berdan daxuyaniyek da û got; Ez spasiya hevalên xwe yên kar, kedkarên çapemeniya azad, hempîşeyên xwe, saziyên dost, demokrat û kesayetan dikim. Teva piştgirî dane min.

Êrişên li ser çapemeniya azad ji salên 1990’î û vir ve weke parçeyek ji jiyana me ya têkoşînê dewam dikin. Li Ewropa jî di demên dawî de bi polîtîkayên ku dewama zextên dewleta Tirk, êrişî saziyên çapemeniya azad dikin. . Gelê me, dostên me armanc û hêzên van operasyonan nas dikin, baş zanin bê çiqasî dijminê têkoşîna azadiya gelên mezlûm in.

Karakoç destnîşan kir ku li dijî hêzên êrîkar, berxwedana li her qadê jî dewam bikin. Armanca gelê me û medya azadî yek e, demokrasî, aştî û azadi ye.

Ez bang li gelê me, dostên gelê me û hêzên demokrat û şoreşger dikim ku li dijî êrişên li ser Çapemeniya Azad têkoşînê mezin bikin. Careke din spasiya her kesî dikim ku piştevanî dane min.

Doza îadeya Karakoç wê di 24’ê Tîrmehê de pêk were.

Karakoç heta wê rojê wê heftane biçe û îmze bide.