Herêma Kurdistanê 26 sale bi sîstema federal tê rêveberin û rêveberiya xwe bixwe diyar dike. Lê belê bi taybetî di warê siyasetê de tê gotin ku ji yasa û qanûnan zêdetirîn hin derdorên siyasî xwedî biryar in.
Di qanûna de mafê jinê hatiye bicîhkirin. Ji bo nimûne di parlamentoyê de rêjeya temsîla jinê, wekî ji sedî 35 hatiye diyarkirin. Lê jin ji bilî parlementerî û bidestxistina wezaretekê, di siyaseta herêmê de bi bandor nîn in.
Li gel hilbijartina 30’ê îlonê de di parlamentoya nû ya dema 5’an de 36 parlamenterên jin cîh girtin. Têkildarî astengiyên li pêşiya jinan û rêyên çareseriyê de, me nêrîna parlamenterên jin û rêveberên jin ên partiyan girt.
‘Jin dikarin rewşê biguherin’
Endama Rêveberiyê ya Yekîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK) Nermîn Osman destnîşan kir ku demokrasî piroseyek demdirêje, lewma pêwîtî bi demê heye. Nermîn Osman diyar kir ku pêwîste zîhniyeta baweriyê bi mafê jinan tîne hebe û wiha dom kir: “Em di wê baweriyê de ne ku rojek were ev sîstema kota nemîne. Yanî temsîla jin û mêran ji sedî 50 bi 50 be. Lê ji bo vê dem pêwîste û ber bi başiyê ve diçe.”
Nermîn Osman bal kişand ku zîhniyeta baviksalarî ya partiyên siyasî nehiştiye ku jin heta niha nekariye erkên mezin bigirin û wiha pê de çû: “Jinan jî nekariye erkan bigirin. Li gorî min partiyan nekariye xwe ji baviksalarî xilas bikin. Ji bo vê jî dem pêwîste. Niha jin bi dengên xwe diçin parlementoyê û nîşan daye ku dikarin vê rewşê biguherin.”
‘Kêmasiya jinan jî heye’
Parlamenter û Endama Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Gulistan Seîd, bal kişand ku di nava rêveberî û şandeyên hikûmetê de temsîla jinan hîn di qonaxa seretayî de ye û got: “Eger hebe jî ne li gorî rêjeya ku em dixwazin e. Hejmara wan ji ya zilaman kêmtire. Ev yek jî kêmasiya jinane, ji ber ku naxwazin cîh bigirin. Lê zilam jî xwe wekî navenda biryardayînê dibînin.”
Gulistan Seîd di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a dinava dîplomasiyê de û ev tişt anîn ziman: “Divê em karê xwe diber çavan re derbaz bikin û hebûna xwe bihêz bikin. Em piştgirî û parastina jinan bikin ku wekheviyek derkeve holê. Her wiha li gorî lihevkirinên navnetewî cihê jinan bi hemû mafan ve diyar bibe.”
Gulistan Seîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê di demek nêzîk de Tevgera Goran kongreya xwe li dar bixe û wê rêjeya jinan di navenda biryardanê de were zêdekirin.
‘Divê jin projeyasayekê pêşkêş bikin’
Endama Encûmena Rêveberiyê ya Komela Îslamî ya Kurdistanê Bedriye Îsmaîl jî nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman: “Derî li pêşiya pêşketina û zîrektiya jinan hatiye girtin. Lewma jin di şandeyên siyasî û hikumetê de qasî tê xwestin cîh nagirin. Pêwîste jin li nava parlamentoyê pirojeyasayekê pêşkêş bikin ku di nava hemû aliyên civakê de cihê xwe bigirin.
Armanca me jinan ew e ku em bikarin rola jinan di hemû aliyan de pêş bixîn.”