Jineke Êzidî ya bi navê Emşa Sêlim Hevend tevî 3 zarokên xwe yê bi navê Mahî, Amed û Sozvîn ku bi xwe ji komelgeha Girzerik a bi ser Şengalê ye û li ber Kampa Beedrê ya Dihokê winda bûn.

Emşa Sêlim tevî 3 zarokên ji bo biçe bijîşk bi rê ketin û ji wê demê heya neha nayê zanîn bê bi ku derê de çûne.

Li gorî agahiyên ku ji Kampa Beedrê hatine bi destxistin, duh sibehê ve li Emşa 3 zarokên xwe li ber derê kampê li wesayîtekê siwar bûne.

Hejayî bi bîrxistinê ye ku di nava van salên derbasbûyî de bi dehan keç û jinên Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê winda bûne û heya neha çarenûsa wan jî ne diyare.