Komploya Navneteweyî ku di şexsê dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin, 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir. Di encama vê komployê de Ocalan neçar hate hiştin ku ji Rojhilata Navîn derkeve. Û 15’ê Tebaxa 1999’an radestî dewleta Tirk hate kirin. Hîn jî li Girava Îmraliyê dîlgirtî ye. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, bi wesîleya salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji ANF’ê re axivî.

Karasû diyar kir ku pêwendiya komployê bi armanca DYA’yê ya destwerdana li Rojhilata Navîn heye û bi bîr xist ku piştî Şerê 1. ê Kendavê DYA li Rojhilata Navîn bûbû xwedî bandor, lê belê valahiya ku bi belavbûna Yekîtiya Sowyetan derkete holê hîn nehatibû dagirtin.

Karasû got, “Li Rojhilata Navîn sîstemeke nû nehatibû avakirin. Gelek pirsgirêk hebûn. DYA’yê dixwest ji aliyê leşkerî, siyasî, aborî û çandî ve dest li herêmê werde û li gorî daxwaza xwe dîzaynekê bike.

Tevgera Azadiyê ya Kurd ku Rêber Apo pêşengî jê re dikir, ne tenê li Bakurê Kurdistanê rê li ber pêşketinên girîng vekiribû, di heman demê de li Başûr, Rojava û Rojhilat jî bandoreke girîng li Kurdan kiribû. Rêber Apo li ser bingeha biratiya gelan dixwest li Rojhilata Navîn sîstemeke nû ava bike. Têkoşîna PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo, hemû nokerên hêzên navneteweyî qels dikir. Hêzên navneteweyî dixwestin sîstemeke xwe dispêre hêzên hevkar ên herêmî li Rojhilata Navîn ava bikin. Bêguman vê rewşê tirs berdabû dilê nokeran û hêzên navneteweyî.”

Karasû da xuyakirin ku hebûna tevgereke xurt a mîna PKK’ê li pêşiya destwerdaneke bi vî rengî weke asteng dihate dîtin û got, “Bi rêya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo dixwestin PKK’ê bê bandor bikin û bi hêsanî dest li Rojhilata Navîn werdin.

Yek ji armancên vê komployê jî ew bû ku Tirkiye li Rojhilata Navîn were bikaranîn. Ji wan hebû, eger Rêber Apo dîl bigirin wê karibin hîn bi hêsanî Tirkiyeyê bi kar bînin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re xwestin têkiliya bi gelê Kurd û rêxistinê re qels bikin, baweriya gelê Kurd bişikînin, Rêber Apo û PKK’ê bê bandor bikin. Li ser vê bingehê hewl dan hem hêzên siyasî yên Kurd ên xwe xurtir bikin, hem jî roleke zêdetir bidin Tirkiyeyê. Ji ber ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd Tirkiye lawaz dikir û nedihişt ku li Rojhilata Navîn bi rola jê re tê dayin rabe.”

BIRYARA DMME’YÊ NÎŞAN DIDE BÊ SÎSTEMA ÎMRALIYÊ JI ALIYÊ KÊ VE TÊ PARASTIN

Mûstafa Karasû işaret bi sîstema zindanê ya Îmraliyê kir û got, “Ev sîstem ji aliyê hêzên komploker ên navneteweyî ve hatiye avakirin. Ji Tirkiyeyê re tenê rola gardiyanî hatiye dayin. Der barê êşkenceya ku li Rêbertî hatiye kirin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate dayin. DMME’yê li pêşberî vê serlêdanê helwesteke ku sîstema zordar a li Îmraliyê rewa û normal dike, nîşan da. Ev yek jî radixe pêş çavan bê sîstema li Îmraliyê ji aliyê kê ve tê parastin. Rewakirina zexta li Îmraliyê destûra ji bo dewleta Tirk e ku zext û zordariyê bidomîne. Dewleta Tirk dema dawî cezayê dîsîplînê û qedexekirina hevdîtinan ji bo 6 mehan li Rêber Apo birî. Ev yek di heman demê de êrîşek li dijî gelê Kurd e. Êrîşa fîzîkî û psîkolojîk a li Rêber Apo tê kirin, êrîşeke vekirî ya li dijî gelê Kurd e. Dixwazin moral û îradeya gelê Kurd bişikînin.”

BI ÊRÎŞA LI ÎMRALIYÊ RE DESTHILATARIYA AKP DIXWAZE XWE JI REWŞA TENGAV DERXÎNE

Karasû bi bîr xist ku desthilatdariya AKP’ê ji aliyê siyasî ve li hundir û derve tengav bûye û di warê aborî de ketiye nava krîzê. Karasû destnîşan kir ku ev êrîş encama vê tengavî û krîzê ye û wiha pê daket: “Desthilatdariya AKP’ê bi rêya vê êrîşê hewl dide xwe rizgar bike. Dewleta Tirk, mîna sala 1998’an ji aliyê leşkerî, aborî û siyasî ve tengav bûye. Weke endamekî NATO’yî di rewşeke zehmet de ye. Çawa ku sala 1998’an ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike piştgirî ji hêzên navneteweyî wergirt, DMME’yê jî bi biyara xwe re niha heman destekê dide dewleta Tirk. Erdogan dema dawî li Ewropayê tê pêşwazîkirin û hewl dide têkiliyên xwe yên bi DYA’yê re sererast bike. Pêwendiya vê yekê bi tengavî û krîza heyî re heye.”

LI DIJÎ RÊBER APO Û TEVGERA AZADIYÊ KOMPLOYEKE NAVNETEWEYÎ TÊ KIRIN

Karasû destnîşan kir, ji ber ku PKK a li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê veguheriye hêzeke xurt a îdeolojîk û siyasî, rewşeke wiha derketiye holê û got, “Kapîtalîzm û modernîteya cîhanê niha di nava krîzê de ye. Em vê rastiyê her roj bi rengekî berbiçav dibînin. PKK bi xeta Rêber Apo re bûye alternatîfa van krîzan. Ji xwe gelên Rojhilata Navîn xwe li nêrînên Rêber Apo digirin. Di nava xeta Rêber Apo de li rêya derketina ji nava krîzê digerin û dibin xwedî hêz. Ji ber vê yekê, hêzên navneteweyî tevî Tirkiyeyê li dijî Rêber Apo û Tevgerê dest bi komployeke navneteweyî kirin.”

RÊBER APO, GELÊ KURD Û TEVGERA AZADIYÊ XWEDÎ WÊ HÊZÊ NE KU VÊ KOMPLOYÊ JÎ TÊK BIBIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ku êrîşên komploya 9’ê Cotmeha 1998’an şikandin, xwedî wê hêzê ne ku pêşî li vê komployê jî bigirin.

Karasû got, “Hişmendiya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bû sedem ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd di têkoşîna dijî komployê de hîn zane û xwedî tecrûbe bin. Gelê Kurd bi wateya van êrîşên li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê zane. Hewldanên dewleta Tirk ku bi rêya van êrîşan dixwaze îradeya gelê Kurd bişikîne û Tevgera Azadiyê bê bandor bike, hewldanên pûç e. Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd wê sekna xwe ya têkoşerî ya li dijî van hewldanan bidomînin û pêşî li komployê bigirin.”

SERSAXÎ JI MALBATA ACAR XWEST

Karasû bal kişand ser zêdebûna çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku çalakiya ciwanekî Êlihî ya li Ewropayê ku xwe şewitand û şehîd bû, divê weke beşek ji berxwedan û kampanya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bê dîtin.

Karasû bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd çalakiyên bi vî rengî rast nabînin, ji aliyê ûcdan ve gelekî tehdeyê li Ocalan dike û got, “Lê belê çalakiyên ciwan, jin û tevahiya gelê Kurd nîşan dide bê Rêber Apo ji bo dîrok û civaka kurd tê çi wateyê. Bandora kûr a Rêber Apo ya li ser gelê Kurd radixe pêş çavan.”

Karasû destnîşan kir ku ew rast nebînin jî, wateya van çalakiyan fêhm dikin û got “Em ji malbata ciwanê Êlihî Umît Car, ji xizmên wî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”