Çavdêra perwerdeyê Medya Omer Hisên, ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan ya NY, ji ajansa Rojnewsê re axivî û got; Karkirina zarokan dibe sedema ku hemû xeyal û paşerojên wan xirab bibin.

Medya Omer dazanîn ku, li gorî daneyan, di cîhanê de zêdetirî 200 milyon zarokan di nav temenê 6 heya 17 saliyê de kar dikin. Karkirina zarokan li Başûr jî her diçîe zêde dibe.

Mezinkirina zarokan li ser malbatan ferz e û divê desthilatdarî jîngehek aram ji bo zarokan amad ebike.

Medya Omer got; Serma dijwar a zivistanê, berf, baran û heta germa havînê jî nekariye zarokên li kolanan kar dikin rawestîne. Ew qurbanê şer, detshilatdarî û malbatên xwe ne. Li her welatîç desthilatdarî û Wezareta Karên Civakî mecbur in ji bo zarokan tedbîrên yasayî bigirin. Dema zarok ji dayîk dibe, divê xwedî sîgorta be, da ku malbat zarok neçar neke ku ji bo bidestxistina pêdiviyên rojane biçe kar.

Dema zarok zarokatiya xwe nêjîn, fêrî reftarên nebaş dibin, çi derûnî, çi bedenî û çi devkî… Di paşerojan de, di nava malbat û di nava civakê de dibine sedema pirsgirêkan.