Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa- KCDK-E, bi daxuyaniyekê ji bo 18mîn Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E got; 15’ê Hezîranê ango îro bi hezaran jin wê tevlî 18mîn Festîvala Jinan a Zîlan bibin.
Divê hemû Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, jinên enternasyonalîst tevlî Festîwalê bibin û dengê xwe bilind bikin.
KCDK-E dazanîn ku armanca yekemîn a dewleta Tirk ku sed sal in polîtîkaya qirkirinê didomîne, her tim bûye jinên Kurd.
Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê jî, li ser jinan polîtîkayên şerê taybet, qirkirin, asîmîlasyon, tecrîd û dagirkeriyê dimeşîne.
Divê em weke jin di festîwala Jinan a Zilan de dijberiya xwe di asta herî bilind de nîşan bidin.