Dîwana Hevserokatiya KCDK-E nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundê Kor Elî û Selîm ên Kobanê da.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji ber êrîşên artêşa Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo çalakiyan bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Artêşa Tirk a dagirker ku hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye, êrîşên xwe yên barbar zêde kirine. Artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran bombeyan li gundên Kor Elî û Selîmê yên Kobanê dibarîne, plana komkujî û dagirkeriyê dike.

Artêşa Tirk a dagirker ku piştî dagirkirina Efrînê bi desteka hevkarên xwe yên PDK’ê êrîş bir ser Başûrê Kurdistanê, ji ber derbên giran ên ji gerîla xwar, niha jî hewl dide Kobanê û gundên wê dagir bike.

Artêşa Tirk û hemû hevkarên wê ku li pêşberî şoreşa Rojava û destketiyên mezin ên gelên Rojhilata Navîn dîn û har bûye, êrîşê dibin ser destketiyên gelê Kurd û dixwazin tine bikin

Em bang li gelê xwe dikin ku hay ji van barbarên dîn û har ên dixwazin şoreşa Rojava têk bibin hebe.”

KCDK-E bi bîr xist, Şoreşa Rojava ku 9’ê Tîrmeha 2012’an ji Kobanê diyarî tevahiya cîhanê hate kirin, bi xwîna şehîdan bi ser ketiye û li dijî netewe-dewletê û statukoya wê bûye serhildanek

Di daxuyaniyê de gotina “Vaye Kobanê dikeve” ya Erdogan, gelan bi rizgarkirina Kobanê bersiv dane û hate gotin, “Wê rojê Kobanê neket. Lê Til Hemis, Til Beraq, Şedadê, Hol, Eyn Îsa, Girê Spî, Sirrîn, Tişrîn, Minbic, Tebqa û Reqa yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn dagirkirin yek bi yek ketin.”

KCDK-E’yê diyar kir, dewleta Tirk a faşîst û dîktator Erdogan ê ji bo qirkirina Kurdan sondxwarî ye, li pey tolhildanê ye û wiha dewam kir: “Gelê me yê welatparêz ê li Ewropayê, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesên li dijî faşîzmê ne, divê metirsiya li ser Kobanê û Şoreşa Rojava ku sembola azadiyê ya mirovahiyê ye bibînin û bi kevneşopiya berxwedana Kobanê ya dîrokî rabin ser piyan.

Ji bo parastina vê xakê ku bi xwîna jin, ciwan, zarok û bi sedan enternasyonalîstan hatiye avdan, ji bo xwedîderketina li vê xakê, divê bi lezgînî çalakî werin kirin. Pêwîste em her derê bikin qada çalakiyê û rûyê qirker ê Erdogan ê dîktator û artêşa Tirk a barbar û dagirker nîşanî tevahiya cîhanê bidin.

Bi navê KCDK-E’yê em bang li gelê xwe yê welatparêz, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, antî-faşîst û her kesên enternasyonalîst dikin ku bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê tavilê dakevin qadan û bi xurtî xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.”