Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Mam Beşîr bi têkoşîna xwe ya bi rûmet a ji dehan salî ev şehadet bi wate kiriye. Ji şehadeta li nava têkoşînê bi rûmettir sekneke din nîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî şehadeta Mam Beşîr (Hasan Dûtar) daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Mam Beşîr (Hasan Dûtar) ku bi dehan salan xizmeet ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re kir, li Şengalê ji ber krîza dil şehîd bû. Em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê, ji gelê Êzidî û malbata wî re dixwazin. Kurdistana azad, Êzidxana azad ku hesreta wî bû, wê teqez bên pêkanîn.

Mam Beşîr mîna Mam Zekî yê Êzidiyan li Ewropayê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû; bi dehan salî di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi fedakarî kar kir; ji bo rêxistinbûn û têkoşîna Êzidiyan bi roleke girîng rabû.

Piştî ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an rabû, destpêkê li Ewropayê ji bo xweseriya Êzidxanê xebitî, piştre jî berê xwe da Şengalê û ji bo xweseriya Êzidxanê têkoşiya. Mam Beşîr di demeke kurt de li nava Êzidiyan hemûyan bû xwedî cihekî hezkirin û hurmetê. Jiyana xwe bi temamî fedayî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir û ji bo civaka Êzidî weke civakeke rêxistinbûyî li Kurdistanê û li her devera ku lê ne bi rengekî azad bi baweriya xwe bijîn, xebitî. Berxwedana li Şengalê ya li dijî qirkeriya DAÎŞ’ê, ji bo Êzidiyan bû destpêka dîrokeke nû. Vê destpêkê coş û kelecan da Mam Beşîr û bi bîr û baweriya ku divê Êzidxan teqez azad û xweser bibe berê xwe da Şengalê.

Cihê xemgîniyê ye ku vî şervanê azadiyê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da. Lê belê Mam Beşîr bi têkoşîna xwe ya bi rûmet a ji dehan salî ev şehadet bi wate kiriye. Ji şehadeta li nava têkoşînê bêhtir bi rûmet, ti sekneke din nîne. Mam Beşîr jî wê di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelê Êzidî de timî bi sekna xwe ya bi rûmet cihê xwe bigire. Mam Beşîr jî mîna Mam Zekî li xaka Êzidxanê tevlî karwanê nemiran bû. Êzidxan wê bi bîrdariyên cangoriyên azadiyê azad bibe.

Mam Beşîr bi jiyana xwe ya pak û dilnizm, bi kedkariya xwe mirovekî dozê bû ku ji bo şoreşgeran û demokratan mirovekî mînak e. Şoreşgerekî gelparêz bû ku ji bo jiyana azad û xweser a Êzidiyan bi şev û roj dixebitî. Mam Beşîr jî mîna Mam Zekî bandor li jiyan û têkoşîna Êzidiyan kir. Wan bi sekna xwe, têkoşîn û daxwaza xwe ya azadiyê meyandin. Êzidî wê êdî vê derfeta ji bo afirandina Êzidxana xweser ji dest bernedin. Êzidxana azad û xweser ku hesreta Mam Zekî û Mam Beşîr bû, wê teqez pêk bînin.

Gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî divê xwedî li vî şoreşgerê hêja derkevin; bi xurtî tevlî merasîm û bîranînên ji bo wî bibin. Di vê demê de ku êriş û komployên li ser Êzidxanê zêde bûne, di asta herî bilind de bi xwedîderketina li Mam Beşîr divê bersiv ji komplogeran û dijminê azadiyê re bê dayin.

Têkoşîna hevrê Beşîr, keda wî û tevkariya wî ya li têkoşînê ku bi dilsoziya bi dehan salan pêk anî wê neyê jibîrkirin, ji bo pêkanîna Kurdistana azad û Êzidxana xweser ku hesreta wî bû, em ê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”