Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê got: Iraq û Sûriye , piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li bin guhê hev ket û hîna jî nekarîn aram bibin. Li Kerkûk û Dêre Zorê ber bi rageşî û şerekî nû ve têne dafdan.

Eşkere ye ku rageşiya li Kerkûk û Dêre Zorê, ji ber xwe ve çênebûne. Her du rageşî, yekser bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re heye.

Hakan Fîrdan di 22-24’ê Tebaxê de çû Bexda û Hewlêrê. Piştre li Kerkêk û Dêre Zorê rageşîiyan dest pê kirin, ji xwe, Serokomarê Tir4k Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan bi daxuyanên xwe eşkere kirin ku destên wan di van rqgeşiyand e hen.

KCKe, diyar kir ku dewleta Tirk, hem li Iraqê, hem li Sûriyeyê mafên serweriya her du welatan binpê dike û got: Dewleta Tirk mîna li Kibrisê kir, deixwaze, xaka Iraq û Sûriye jî dagir bike û dagirkeirya xwe mayinde bike. Mîna li Kibrisê kirin, li her du welatan dest bi înfaz û komkujîyan dikin

Li Kerkûkê Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî û Ermen bi sedan sal in bi hev re dijîn. Hakan Fîdan û Tayyîp Erdogan Kerkûk weke ‘warê Tirkan’, ‘bajarê Tirkmen’ ragihandin û ji bo armancên xwe yên dagirkerî û mêtingeriyê veşerin, PDK û malbata Barzanî bi kar tînin. Eniya Tirkmen û Rêveberiya PDK’ê ku yekser bi Enqere û MÎT’ê re kar dikin, hewl didin dîktatoriya Erdogan û dewleta Tirk, li nava civaka Iraqê û desthilatdariya Bexdayê rewa bikin.

Divê destûr ji dewleta Tirk a faşîst dagirker û hevalbendên wê re neyê dayin ku bajarê Kerkûkê bikin qadeke parvekirina rant, rêveberî û amûra xwe ya desthilatdariyê.

Divê gelên Kerkûkê, li dijî her cûre destwerdanên ji derve, li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê helwestê nîşan bidin. Bingeha jiyana hevpar û rêveberiya xwe bi xwe xurt bikin. Divê Kerkûkê bikin keleha aştiyê, biratiyê, demokrasî û azadiyê.

KCKe herî dawî got; Yekane karê ku dilxwazên aştî, aramiyê yên li Kerkûkê divê bike ew e ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk ya li Iraqê rabin. Divê 90 qereqolên Tirk yên li ser xaka Iraqê bêne rakirin.

Tirkiyeyê Hewlêr ji xwe re kiriye bexçeyê paş, lewma divê li hemberî hegemonya aborî, çandî û siyasî ya Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê helwest bê nîşandan. Piştî ku dawî li dagirkeriya dîktatoriya Erdogan û dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê hate anîn û ji Kerkûkê hate dûrxistin, hingî li Iraq, Kerkûk, Sûriye, Lîbya û tevahiya Rojhilata Navîn wê aramî pêk were.